Kaya ÎÎT nirxand: Li Riyadê ‘Filîstîn terorîst’ hat nîşandan çima we bertek nîşan neda? 2017-12-15 10:41:51 STENBOL – Parlamentera HDP’ê Huda Kaya diyar kir ku di Civîna Wezîrên Parastinê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku di 25’ê mijdarê de li Riyadê pêk hat di vekirina civînê de videoyek ku Tevgerên Berxwedana Filîstînê wek “teror” dida nîşandan hat pêşandan û Tirkiye jî di nav de tu welatan bi peyvekê jî protesto nekiriye û got: “Li Tirkiyeyê biryar girtin ji bo Qudsê durûtiye.”  Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump Quds wek paytexta Îsraîlê da nasîn. Piştî vê geşedanê li ser banga Serokomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan Teşkîlata Hevkariya Îslamî (ÎÎT) bi awayekî awarte li Stenbolê li hev kom bû. 57 welatên endamê ÎÎT’ê ye û ji van welatan 48 welat beşdarî konferansê bûn. Balkêş bû ku tenê Serokê 16 welatan tevlî civînê bûn. Dîsa balkêş e Serokê Erebîstana Siûdî tev li civînê nebû. Piştî konferansê van welatên misilman biryar girt û Rojhilatê Qudsê wek paytexta Filîstînê bê qebûlkirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya pêşniyarên ji bo Qudsê hat girtin nirxand û got: “Wek paytext nehat îlankirin, bang kirin ku wek paytext bê qebûlkirin. Wek meseleya ‘One Mînute’ zêde mezinkirin. Wek rastiya Mavî Marmarayê ku xwestin mezin bikin. Dixwazin li vir jî raya giştî ya navxweyî têgihiştinê bidomînin.”    Kaya da zanîn ku desthilatdariya Tirkiyeyê birêve dibe û lîderê wê bi salan e dilxwaziya rola “rizgariya” alema Îslamê daye ser mile xwe û got: “Bersiva vexwandina pêk hat di kombûna welatan de li holê ye. Demek dirêje hikumeta Tirkiyeyê û lîderê wê di alema Îslamê de bi mesref û fînansên ciddî xebatek lobî dide birêvebirin. Meseleya Qudsê jî mijarek di aliyê finansal dixwazin ji xwe re bikin hêvî. Erdogan jî vê yekê ji xwe re wek firset dît û li gorî xwe nirxand.”    ‘VEXWANDINEK ŞOLÎ YE’    Kaya destnîşan kir ku carna hin rastî dilêşiyê bi xwe re tîne û mirovan aciz dike û wiha axivî: “Lê rastî nayên guhertin. Welat li hev kom dibin. Di serî de Tirkiye û ev hemû welat ji bo Îsraîlê dibêjin ‘ev dewletek teror e.’ Hûn meydanê li Trump dixwînin lê ji bo wî hûn dikarin tekêliyên xwe yên hiqûqî, civak, polîtîk, nûnertî û ya herî girîng jî bazirganiyê biqetînin û biavêjin? Ango hemû welatên sefîriya xwe veguhezand Qudsê hûn dikarin bêjin me têkiliyên xwe qût kiriye? Sozdayîna wisa tune ye. Vexwandinek şolî heye. Ev biryar wek biryarek dîrokiye didin vegotin. Van welatên beşdarî konferansê bûn hemû jixwe bi gelên xwe re di nav şer de ne û rêveberiyên wan şer dikin.”    ‘DURÛTÎ Û POLÎTÎKAYÊN SEXTE NE’    Kaya bal kişand ser Civîna Wezîrên Parastinê ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ku di 25’ê mijdarê de li Riyadê pêk hat  û wiha dewam kir: “Îran, Katar û çend welatên mîna van welatan nehatin vexwandin. Bi piraniya alema îslama sunî tevlî bû. Ev cîvînek ku welatên têkiliya wan bi siyonîzma DYA re başe beşdar bûn. Di vekirina civînê de pêşandana vîdeoyek heye. Vê vîdeoyê ji raya giştî ya navxweyî diveşêrin. Dema wê vîdeoyê pêşandan Tevgerên Berxwedana Fîlîstînê wek “teror” hat nîşandan. Tirkiye jî di nav de welatên beşdarî konferansa li Stenbolê bûn tu kesî bi gotinekê jî protesto nekirin. Îro hişê wan hatiye serê wan. Biryardayîna wan a îro durûtiye. Ji bilî polîtîkaya sextekariyê kêrî tu tiştekê nayê. Dixwazin pêşiya muxalefeta bi hişmend a li welatên îslamî bigirin.”    MA / Muhammet Dogru