Polîsan otobusên ji bo kongreyê hatibûm kirêkirin deste ser kirin: HDP’î dimeşin 2020-02-22 13:34:04 WAN - Polîsan 3 otobusên ji bo kongreya HDP’ê ya Enqerê, li Wanê hatibûn kirêkirin, bi hinceta “hêczkirîne” destûr nedan ku bikevin rê. HDP’iyan li ser vê yekê dest bi meşê kirin. Rêveber û endamên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê, serê sibê ji bo ku beşdarî 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê bibin bi 3 otobusan xwestin bikevin rê, lê her 3 otobusên HDP’iyan hatin astendkirin.    Li navçeya Erdîş a Wanê, polîsan bi hinceta 2 otobus “hêczkirîne” destûr nedan ku otobus ji otogarê derbikevin û endamên partiyê yên di otobusan de daxistina xwarê.  Ajokarên otobusên polîsan dest danîn ser wan, diyar kirin ku tu pirsgirêka otobusên wan tuneye û ev rewşek keyfiye.    RÊWIYAN DEST BI MEŞÊ KIRIN    Bi heman awayî li navçeyên Ebex û Bêgirê jî, otobusên HDP’iyên xwestin biçin kongreyê ji aliyê leşkeran ve hat rawestandin û bi heman hincetê otobus deste ser kirin û HDP’î ji otobusê daxistin.  Hin endamên partiyê bertek nîşanî vê rewşê dan û heya otobusekê din bibin, dest bi meşê kirin.    BIRYARA HÊCZÊ DI 21’Ê SIBATÊ DE HAT DAYÎN!    Hevserokê HDP’ê yê navçeya Bêgirê Vahyettîn Ûca, derbarê astengkirinên xwe de axivî û wiha got: “Biraya hêczê di 21’ê Sibatê yanî duh hatiye dayîn. Ji bo em neçin Enqerê bi zanebûn vê yekê dikin. Piştî vê bûyerê me hevdîtin bi hevalên xwe re kir. Wê ji Wanê wesayîtek nû ji me re bişînin. Heya ku wesayît bigihijê me, emê meşa xwe dewam bikin.”