Çîftyurek: Tirkî bûye serdest û kurdî jî nayê axaftin 2020-02-22 13:28:53 AMED – Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek di konferansa Platforma Zimanê Kurdî de diyar kir ku li kolan, otobus û dikanên Amedê zimanê tirkî bûye zimanê asayî, kurdî jî bûye balkêş.  Konferansa Platforma Zimanê Kurdî, bi dirûşmeya “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” di di çarçoveya 21'ê Sibatê de li oteleke navçeya Sûr a Amedê didome. Pêkhateyên Platformê Ziman DBP, HDP, PÎA, KKP, PSK, PAK, PDK-T, PDK-Bakûr û Partiya Azadî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û Hevserokê Kongreya Civaka Demokratî (KCD) Berdan Ozturk tevlî konferansê bûn.  Li salonê Pankarta “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye” daliqandin. Ewil ji Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) Hasan Dagtekîn bal kişan ser zimanê fermî û peymana Gerdunî ya Mafê Mirovan. Dagtekîn, diyar kir ku ji ziman bibe zimanê fermi pêwist nîne mirov li benda dewlet û otonomiyekê bisekine û got: "Ji bo ziman bibe fermî pêwist e gel bi zimanê xwe bi axive. Karê platforme karekî pîroz e. Divê mirov piştevaniye bike."   ‘BILA HER KURD LI HER DERÊ BI KURDÎ BIAXIVIN’   Serokê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî li ser mijara "Ziman û Gel" axivî û diyar kir ku li kolan, otobus û  dikanên Amedê zimanê Tirkî bûye zimanê asayî û Kurdî jî bûye zimanê nayê axaftin." Çiftyurek, xwest siyasetmedar biryarekê bistînin ku her kurd li her derê bi Kurdî bi axivin û wiha got: "Ger ku vê biryarê pêk bînin û bi Kurdî bi axivin weke em kevirekè biavêje golê."   ‘DIVÊ EWIL MODEL BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ BI AXIVIN   Rêveberê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altûn jî mijara "Ziman û Perwede" pêşkêş kir. Altûn, xwest berî her tiştî kesên di civake de rol model in bi zimanê dayikê biaxivin û wiha got: "Divê gelê kurd ewil yekîtiya xwe ava bike. Polîtîkayeke qirej li ser jine tê meşandin. Dema jin bi tirkî biaxive wê demê ziman jî dikeve  xeterê. Heta em statuya ziman bi dest nexin divê em nesekinin. Em zimanê xwe biaxivin. Di hela endezyarî, tenduristî û her aliye jiyanê de em xebata ziman pêş bixin."    Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî jî mijara "Ziman û Rewşenbîrî" pêşkêş kir û diyar kir ku rewşenbîrên kurd xebatên xwe bi tirkî dixwendin û wiha axivî: "Gelo Filistînî bi zimanê Îsraîlî diaxivin. Medya me jî rola xwe baş nelîst. Divê em hevdû neêşînin. Di nava rewşenbîrên kurdan de jî yekitiyek tune ye. Divê em alîkariya hevdû bikin."   Pişt re Helbestvan Dilciwanê Seîd jî bal kişand ser nifûsa kurdan a zêde û wiha got: "Çawa dibe ku Kurd 50 milyon bin û qeydên kurdan di dîrokê de nebin. Ev şermeke mezin e. Hebûna miletan zimanê wan e.” Seîd axaftina xwe bi helbestan bi dawî kir.    Konferans, bi niqaşan û berdewam dike. Konferans wê bi aşkerekirina encamnameyê bi dawî be.