Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirinan da 2020-02-22 13:09:38 MÊRSÎN – Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Mehmet Aliş, bertek nîşanî binçavkirina rêveber û endamên partiya xwe ya berî 4’emîn Kongreya Asayî ya Mezin, da.  Polîsan, serê vê sibê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi ser gelek malan de girtin û Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Akdenîzê Feyza Kaya, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Toroslar Cabbar Karabeg, endama Meclîsa Şaredariya Akdenîzê ya HDP’ê Nûray Aslan, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê Nazan Dundar, Cîhan Kokbalik û Ercan Alp binçav kiribûn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê bertek nîşanî binçavkirina rêveber û endamên partiya xwe da.    Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Mehmet Aliş, di civîna daxuyaniyê ya li avahiya partiyê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Bi van operasyonan dixwazin partiya me neqanûnî bikin û me ji qada siyaseta demokratîk derbixin.”   'EMÊ BI HÊZ BEŞDARÎ KONGREYÊ BIBIN’    Aliş, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Sibe 4’emîn Kongreya me ya Asayî ya Mezin pê tê. Bi van binçavkirinan armanc dikin ku tevlîbûna kongreyê kêm bikin. Çi dibe bila bibe, emê bi awayekê xurt tevlî kongreyê bibin. Em dibêjin ku demildest hevalên me berdin.”