Dadgeh: Dibe ku dirûşm berz nekiribe, lê divê ji vê rewşê aciz bûbûna 2017-12-15 10:32:37     ENQERE - 13'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê, îtîraza ku Lijneya Dîsîplîna Bilind a Meclisê der barê îxraca şêwirmendên wekîlan de dabû red kir. Dadgehê hinceta "Dibe ku şêwirmendan dirûşm berz nekiribin, lê diviya bû ji rewşê aciz bûbûna" nîşan da.    Li Komîsyona Makeqanûnê ya Meclisê di hevdîtinên "Destnedanê" de wekîlên HDP'ê komîsyon terk kiribûn û heta avahiya koma HDP'ê meşiyabun. Li ser vê der barê 3 şêwirmendên HDP'ê de biryara îxracê hat dayîn û li dijî vê itiraz pêk hat. Lê dadgehê di vê der barê de biryareke sosret da.   LI GORÎ PEYMANÊ DIVÊ LI GEL WEKÎ BE   Piştî Lijneya Dîsîplîna Bilind a Meclisê şêwirmendê Wekîlê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, Muhammed Kaya îxrac kir, biryar birin Dadgha Îdarî. Kaya di serlêdana xwe de aşkera kir ku li gorî peymana xizmetê, ew bi daxwaza wekîl li gel wî bûye û ji ber vê ev biryara der barê xwe de li dijî qanûnan dît û xwest bê betalkirin. Doza ji bo betalkirinê hat vekirin, dîmenên wê rojê hatin kişandin jî xistin rapora pê zan a 21 kesan.   Di raporê de hat diyarkirin ku Kaya dirûşim berz nekiriye û ev tespît bûye.   'DIRÛŞM TUNE LÊ DIVÊ ACIZ BÛNA!'   Lê ruxmê ku Kaya dirûşim berz nekiriye jî tenê ji ber peywira xwe li gel wekîl bû, dadgehê bi hinceta "divê ji wê rewşê aciz bûya" û ji ber wê hincet red kir.                                                                                                                           MA / Hayrî Demîr