ESP: Her tecrîd giran bibe dê parçebûn zêde bibe 2017-12-15 10:14:29 STENBOL -  Alîgira Seroka Giştî ya ESP'ê Fadime Çelebî, bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin û diyar kir ku her tecrîd giran dibe cudabûn û perçekirin jî zêde dibe û wiha got: "Rengê siyaseta Tirkiye bêtir sert dibe. Perçebûna li Tirkiye kûr dibe.  Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin biçin Îmaliyê û nikarin hevdîtinê bi Ocalan re bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê Nîsana 2015’an nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Ocalan re hevdîtin bikin. Dîsa malbat jî ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nastînin. Têkildarî tecrîda grankirî ya li ser Ocalan bertek û nerazibûn zêde dibin.    Alîgira Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Fadime Çelebî, diyar Ocalan bi tecrîda li ser Ocalan tê meşandin di şexsê Ocalan de dixwazin vîna gelê kurd teslîm bigirin. Çelebî, anî ziman ku Ocalan ne şexs û kesek e û wiha got: "Ew vîna gelê kurd û nûnerê gelê kurd e. Di şexsê Ocalan de ji gelê kurt tolê hiltînin. Li hundir tecrîda giran li ser Ocalan dimeşînin û li derve jî li ser gelê kurd polîtîkayên tecrîdê tê meşandin. Ev polîtîka ji hev ne cudatir in.    Çelebî, destnîşan kir ku peyama Ocalan a Newroza 2013'an pir bi hêz û wate bû û wiha got: "Ew deklerasyona banga aştiya xwişk û biratiya gelan bû. Wê demê di qada demokrasiyê de gavên muhîm hatin avêtin. Lê ji nişka ve pêvajo guhertin. Yanî pişti hilbijartina 7'ê Hezîranê dewletê li dijî daxwaz û bendewariyên demokrasiyê dest bi êrişê kir. Tenê li ser Ocalan polîtîkayên tecrîdê pêş nexist. Li dijî hemû gelan êrîşên tund pêş xistin. Ji ber ku deklerasyona Ocalan bêtir hevî û bendewarên daxwaza demokrasiyê anî ziman."   'PERÇEYÊ POLÎTÎKAYA ŞER E'   Çelebî, destnîşan kir ku tişta îro pêk tê, dijberî geşedanên wê rojê ne û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku dewlet bi polîtîkayên yekperestiyê naxwazin ku fikrên cuda û demokrasî pêş bikeve. Tehamula wê tune. Tecrîd perçeyê şer û stratejiya heyî ye. Bila dewlet baş zanibe ku bi van polîtikayan bi ser nakeve û ev polîtîtîka dê zerarê bidin Tirkiye. Hikûmet jî dê bi vê polîtîkayê winda bike. Îro tişta li Îmraliyê pêk tê li hemû erdnîgariya Tirkiye pêk tê. Hemû tişta di şexsê Ocalan de pêk tê perçeyekî vî şerî ye. Îro bi tarza siyaseta AKP'ê rêveberiya dewletê nayê kirin."   'DIVÊ DEST JI VAN POLÎTÎKAYAN BERDE'    Çelebî xwest hikûmet dest ji polîtîkayên tecrîdê û pêkanînên tundiyê berde û dîsa rê li pêş hevdîtinan veke û wiha lê zêde kir: "Tişta li ser Abdullah Ocalan tê meşandin di hiqûqa navneteweyî û neteweyi de tune ye. Dewlet û hikûmet bi vê yekê hiqûqê binpê dikin. Divê cemaweriya neteweyî û navneteweyî jî bertek nîşanî vê yekê bide. Divê hem ji bo Ocalan û hem jî ji bo hemû girtiyan bertekên xwe bînin ziman. Di mijara kurd de Ocalan vîn e. Divê dewlet vîna kurdan esas bigirin. Ev pêkanîn li dijî rêgezên diplomasi û demokrasiya wan e. Divê hem Tirkiye şermezar bikin û hem jî li dijî vê pêkanîna Tirkiye helwestên tund tînin.    'TECRÎD DÊ HEVSENIYAN XERA BIKE'   Çelebî, anî ziman ku li Tirkiye nijadperesti pêş ketiye û faşizm heye û wiha bi dawî kir: "Ger ku tecrîda li ser Ocalan bidome, dê perçebûn û eniya li Tirkiye kûrtir bibe. Dê bêtir Tirkiye ber bi perçebûnê ve biçe. Divê dewlet rê li pêş hevdîtinê veke û dawî li tecridê bîne. Ger tecrîd zêde bibe dê hevsengî bêtir xera bibe. Gel vê kaosê heq nake. Divê gel li dijî vê polîtîkayê bêtir dengê xwe bilind bike. Ji ber ku di şexsê Ocalan de polîtîkaya tecrîdê li tevahî gelan tê kirin."