ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2020'AN 2020-02-22 09:00:55 * Psîkîyatrîst Ozgur Denîz Deger, ji bo întiharên pêk tên got, pergala heyî û polîtîkayên heyî "zemîna întiharan amade dikin."  * Li Amedê dadgehekê ji bo biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ku cezayê heta hetayê wekî binpêkirina mafê jiyanê hesibaandibû, got ew ê vê biryraê pêk neyne. Dadgehê, diyar kir ku ji bo ev binpêkirin ji holê bê rakirin pêdivî bi sererastkirineke qanûnî heye.    * Derket holê ku şanoger Vûral Tantekîn ku polîsan deriyê mala wî şikandibû û ew binçavkiribûn ji ber ku dermaneke 7 sal berî kiriye hatiye binçavkirin.    * Bavê Îlyas Gur ê 2.5 salî yê nexweşiya masûlkeya Mîtokondriyal û dil pêrê heyî Velat Gur, ji bo ku kurê wî bijî li ber serê wî nobetê digire. Gur, diyar kir ku dermanên kurê wî ji derveyî welat tên û ji ber ku ev derman pir bihane, nikarin bikirin.   * Platforma Zimanê Kurdî dê bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Otela Demîr a li Sûrê konferansa “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me hebûna me ye" li dar bixin. (09.30-18.00)   * Dayikên Aştiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirse û faîl bên darizandin dê di hefteya 778’an de çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bike. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 413'an de çalakiya "Rûniştina F" li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (13.30)   * Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê ji bo girtiyên nexweş bên berdan, dê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)   * Komeleya Lêkolînên Kurd dê bi tevlêbûna Miraz Ronî,  Zana Farqînî û Samî Tan li Odeya Tabîban a Stenbolê li ser Zimanê Kurdî panelekê pêk bînin. (19.00)   * Xizmên windayan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed û Êlihê ji bo winda bên dîtin û faîl bên darizandin dê di hefteyên 575'an de li Amedê û di hefteya 481'an de jî li Êlihê çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00)   * Koma Xwendinê ya Amedê dê li Şaxa Odeya Endezyarên Makînê (MMO) a Amedê bi navê "Her gel bi zimanê xwe tê nasîn" panelê li dar bixin. (14.00)   * Komeleya Nivîskarên Mezopotamya  û Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek dê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi minasbeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panelekê li dar bixin. (15.00)