Dozger qusûra rayedaran di kuştinên li bajarên qedexe de nedît 2017-12-15 10:02:22 ŞIRNEX - Serdozgerê Komarê yê Cizîrê di lêpirsîna têkildarî kuştina Ata Borçîn ê di qedexeya derketina kolanan a li Cizîrê de jiyan xwe ji dest da, bi sedama “Di îlan kirina qedexeya derketina kolanan de mirov nikare bêje berpirsiyarê kuştina Ata Borçîn tenê rayedar in" û biryara pêdivî bi lêpirsînê tuneye da.  Li navçeya Cizîra Şirnexê di navbera 04’ê Îlona 2015 û 11’ê Îlona 2015’an de Waliyê Şirnexê qedexeya derketina kolanan îlan kir û di qedexeyê de Ata Borçîn ê 71 salî hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Ata Borçîn Serdozgeriyê Komarê yê Cizîrê bi îdîayê “Erka xwe xerab bikar anîn, mirina qusûrdar” lêpirsîna vekir, biryara pêdivî bi lêpîrsînê tuneye da.     AMBULANS NEHAT    Kurê Borçîn Mesut Borçîn di îfadeya xwe de wiha got: “Bavê min di roja yekemîn a qedexeyê de serê sibê nexweş ket. Ji ber qedexeya derketina kolana bavê min dilteng bû. Tevahiya  şevê dengê teqînan dihat me. Serê sibê dema bavê min nexweş ket me ji 112’an li Ambulansê geriyan. Ji ber ku ambulans nehat, bi wesayîta cîranan  me bavê min bir nexweşxanê. Li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê polîsan bi hinceta ewlekariyê 10 deqe em rawestandin. Piştî polîsan dît rewşa bavê min lezgîn, em berdan.”     BIJÎŞK DERENG MUDAXILE DIKIN    Borçîn, da zanîn ku gava diçin nexweşxanê, bijîşkan ji ber ewlekariyê xwe di stargehe de  veşartibûn û wiha bi lêv kir: “Em bixwe çûn stargehê û me ji bijîşkan re got divê dibên beşa lezgîn. Piştî bijîşkan mudaxile kir, bavê min jiyana xwe ji dest da. Ji ber ku me dereng bavê min nexweşxanê û ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest da min gilî kir.    DI MIRINÊ WÎ DE QUSÛRA KESEK DIN TUNEYE   Serdozgeriya Komarê di biryara da de, got ku pêdivî bi lêpîrsînê tuneye, Borçîn bi krîza dil jiyana xwe ji dest daye û mirinek xwezayiye. Dozger bi sedama “Di îlan kirina qedexeya derketina kolanan de mirov nikare bêje berpirsiyarê kuştina Ata Borçîn ne tenê girêdayî rayedarane” û biryara pêdivî bi lêpirsînê tuneye da. Parêzerên Borçîn  biryar îtîraz kirin.