‘Zimanê me hebûna me ye’ 2020-02-21 19:51:50     AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ji çapemeniyê re daxuyanî da. Daxuyaniya ku dê li Kuçeya Hunerê hatiba kirin ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê, xwest bi boneya 21'ê Roja Zimanê Dayîkê a Navneteweyî li Kuçeya Hûnerê ya semta Ofîsê daxuyaniyekê bide. Lê belê endamên platformê ên li Kuçeya Hunerê li hev kombûn, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Piştî nîqaşên di navbera amîrê emniyetê û Hevserokê Egîtîm-Sena Jimare 1'ê Abbas Şahîn de, daxuyanî li ber deriyê Egîtîm- Senê hat dayîn.   Daxuyanî bi sloganên ‘Zimanê me rûmeta me ye’, ‘Bê ziman jiyan nabe’ destpê kir. Her wiha endamên platformê pankarta li ser ‘Zimanê me Hebûna me ye’ nivîsandî hilgirtin. Metna daxuyaniyê bi zaravayê kirmanckî yê kurdî û bi zimanê tirkî hat xwendin. Aktivîstê platformê Serhat Kiliç a bi kirmancî û Hevserokê Egîtîm Sen a Jimare 1'ê Abbas Şahîn jî ya bi tirkî xwend.    Abbas Şahîn, de bal kişand ser dîroka Roja Zimanê Dayîkê ya Navneteweyî ya ku ji aliyê UNESCO'yê ve hatiye îlankirin û got: ‘Li gorî xebatên ku UNESCO'yê kirî, ji 6 hezaran nêzî 2 hezar û 500 ziman li ber windabûnê ne. Ger ku pêşî li ber vê neyê girtin, di sedsala 21'î de dê zimanên heyî jî ji sedî nod winda bibin."    ‘BI MÎLYONAN KES NIKARIN BI ZIMANÊ XWE BIAXIVIN’   Şahîn, di axaftina xwe de li ser polîtîkayên ku li ser zimanê kurdî tên kirin de jî sekinî û got: "Li welat bi mîlyonan kes nikarin bi zimanê dayîka xwe biaxivin, lê kesên ku dixwazin bi zimanê xwe perwerdê bibînin jî bi hin hincetan re rû bi rû dimînin û ev xwestek jî tê krimînalîzekirin û ziman tê qedexekirin.’   ‘POLÎTÎKAYÊN ÇEWT CIVAKÊ JI ZIMAN DÛR DIXE’   Abbas Şahîn, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser zagonên dewletê yên ku zimanê kurdî li dibistanan wekî ‘dersên bijarî' tê dayîn rexne kir û got: "Ev polîtikayên çewt dike cuvak ji zimanê xwe dûr dikeve. Li vî welatî xeberdana bi ingilîzî wekî mijara erênî ye, lê xeberdana bi zimanê kurdî tim hatiye qedexekirin.’   Daxuyanî bi dirûşmeya "bê ziman jiyan nabe" dawî bû.