'Hem êrîşî zimanê kurdan hem jî êrîşî dîroka wan dikin' 2020-02-21 19:35:22     AMED - Endama Enstutiya Kurdî Nesrîn Şanli, dest nîşan kir ku dewleta ku êrîşî zimanê kurdî dike êrîşî dîroka kurdan jî dike û got: “Mînak Heskîf. Heskîf di bin avê de hiştin. Sûr hat xerabkirin. Di heman demê de saziyên ku zimanê kurdî ders didan hatin girtin.”   Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de li Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’ê panelek li dar xist. Penel bi moderatiroya Cevahîr Sadak Duzgun û axaftivan Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, endama Enstîtuya Kurdî Nesrîn Şanli û akademisyen Resûl Geyîk hat lidarxistin. Destpêkê moderator Cevahir Sadak Duzgun, qala giringiya ziman kir û diyar kir ku xebatên ku li ser ziman tên meşandin têr û tejî derbas dibin.   ‘KESÊ KU KURDÎ NIZANE BILA ŞÎRETA LI XELKÊ NEKE’   Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, anî ziman ku kurd bi xwe jî dûrî zimanê xwe dibin û got: “Divê em ji xwe bipirsin me çi qasî girîngî da zimanê xwe. Em çi qas xwedî li zimanê xwe derdikevin. Em girîngî bidin zimanê xwe hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê çand û hunerî ve dikarin xwe biparêzin. Gereke em li zimanê xwe vegerin û fêr bibin. Kesê ku kurdî nizane bila şîreta li xelkê neke. Em ji xwe bipirsin, min ji bo ziman çi kiriye?”   ‘DIVÊ EM ÇAND Û ZIMANÊ XWE BIPARÊZIN’   Endama Enstutiya Kurdî Nesrîn Şanli jî bi zaravayê kirmanckî axivî û dest nîşan kir ku dewleta ku êrîşî zimanê kurdî dike êrîşî dîroka kurdan jî dike. Şanli, got: “Mînak Heskîf. Heskîf di bin avê de hiştin. Sûr hat xerabkirin. Di heman demê de saziyên ku zimanê kurdî ders didan hatin girtin. Zimanê me çanda me ye. Divê em çanda xwe jî zimanê xwe jî biparêzin.”    Şanli, anî ziman ku zaravayê kirmanckî bi windabûnê re rû bi rû ye û got: “Divê kesên kurmancî dizanin jî girîngiyê bidin kirmanckî.”   ‘DI NAVA KURDAN DE AXAFTINA KURDÎ KÊM E’   Herî dawî Akademîsyen Resûl Geyîk jî bal kişand ser berxwedana gelên cîhanê yên der barê ziman de û got: “Divê em 365 rojên salê bi kurdî bixwînin û binivîsin. Di nava kurda de axaftina kurdî kêm e. Divê mirov bi sebir û bizanebûn karê ziman bike.”   Panel bi pirs û bersiva qediya.