Li Riha panela zimanê zikmakî: Ziman tune bibe wê ew netew jî tune bibe 2020-02-21 16:57:17 RIHA – Li Rihayê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê panel hat lidarxistin. Helbestvan Nûrcan Delîl di panelê de got: “Heke ziman neyê axaftin wê tune bibe. Wê tunebûna wî zimanî bibe sedemê tuenbûna wê netewê.”  Nûnertiya Komeleya Nivîskarên Mezopotamya ya Rihayê bi munasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê têkildarî zimanê kurdî panelek li dar xist. Nivîskar Osman Ozçelîk û helbestvan Nûrcan Delîl wek axaftvan beşdarî panelê bûn. Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    Helbestvan Nûrcan Delîl di panelê de axivî û got: “Ji bo pêşxistina zimanê zikmakî girîng e mirov zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin bike. Heke ziman neyê axaftin wê tune bibe. Wê tunebûna wî zimanî bibe sedemê tuenbûna wê netewê.”   'ZIMAN NASNAMEYA NETEWEYÊ YE’    Nivîskar Osman Ozçelîk jî bal kişand ser girîngiya ziman û got: Ziman û raman bi hev rehene. Zimanê neteweyekê heye. Ziman hebûna neteweyê ye û nasnameya wê neteweyê ye. Ji bo pêşvebirina ziman divê em bênavber bixebitin.”