1HaberVar: Em li gorî polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin 2017-12-15 09:31:39 AMED - Dozgeriyê bi îdîaya “Bi riya çapemeniyê propagandaya PKK’ê kirinê” der heqê Plaftorma 1HaberVar de lêpirsîn vekir. Edîtorê platformê Îbrahîm Aslan, lêpirsîn wekî sosretî nirxand û wiha got: “Nûçegîhaniya me tê lêpirsîn. Em li gor polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê nakin.” Di çarçevoya Rewşa Awarte de Biryarnameya Hikmê Qanûnê ya 668 emîn gelek radyo û televîzyon hatibûn girtin. Xebatkarên wan kom bûn û Platforma 1HaberVar ava kirin. Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdeaya “Bi riya çapemeniyê propagandaya PKK’ê kirinê” derheqê platformê de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçevoya lêpirsînê de derket holê ku platform ji beriya referanduma 16’ê Nîsanê ve tê şopandin û bername, daxuyaniyên çapemeniyê, mîtîng û gelek nûçeyên hatî çêkirin bû sedema lêpirsînê.   HDP BÛ ‘RÊXISTIN’ Û 1HABERVAR JÎ ‘PROPAGANDE YÊ’ KIR   Ji edîtorên platformê Îbrahîm Aslan, derbarê lêpirsînê de axivî û got ku lêpirsîn pîrozbahiyên Newroza 21’ê Adarê û çalakî û xebatên HDP’ê ya ji bo referanduma 16’ê Nîsanê destpê kiriye. Aslan anî ziman di lêpirsînê de HDP wekî “Rêxistinê” hatiye nîşan dan û nûçeyên wan derbarê xebatên HDP’ê de jî bûye “Propagandaya PKK’ê û KCK’ê” û bal kişand li ser sosretiya lêpirsînê. Aslan da zanîn ku nûçeyên derbarê daxuyaniya HDP’ê ya ji bo rakirina destnedayîna Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekda jî wekî delîl hatiye nîşan dan û wiha got: “Balkêşe ku HDP bû ‘rexistin’, em jî propagandaya wî dikin. Hemû ajans û televîzyon heman nûçe weşandin.”   ‘NÛÇEGÎHANIYA ME TÊ LÊPIRSÎN’   Aslan, da zanîn ku di lêpirsînê de 99 dîmên wekî suc tê nîşan dan û wiha pê de çû: “Daxuyaniyên hatî dayîn azadiya ramanê ye. Ya esas nûçegîhaniya me tê lêpirsîn. Bi referandûmê re destpê kirina lêpirsînê, tê wateya çapemeniya yek deng. Ev 2 sale zordestî li ser çapemiyê heye. Di encamê de gelek radyo û televzîyon hat girtin. Bi rojnamagerên saziyên wan hatî girtin re hatin ba hev û me platform ava kir. Ji ber ku dixwastin çapemeniyê ji derveyê dengê îktîdarê ji holê rakin. Pêvajoyek yên ku nûçeyên li ser rexne kirina îktîdarê dinivîsim sucdar dibe.”   ‘EM LI GOR ÎKTÎDARÊ ROJNAMEGERIYÊ NAKIN’   Aslan, diyar kir ku rojnamegerî qontrol kirina îktîdarê, dengê civakê gihandina îktîdarê ye û wiha berdewam kir: “Li Tirkiye yê kes nikare qala qala dadgeriyê bike. Dadger ne bi serbixwe ye. Ji ber ku sedemên lêpirsînan rexne kirina îktîdarê ye. Ji bilî dengê îktîdarê tû dengên din nayê xwastin. Em wekî Platforma 1HaberVar, heya dawiyê jî bibin dengê civakê. Em nikarin li gor polîtîkayên îktîdarê rojnamegeriyê bikin. Em ne nefîrê îktîdarê ne.”   Aslan, dest nîşan kir ku dema pirsgirîka Kurd ya Tirkiye yê anîna rojevê dibe sedema lêpirsînan û ev tişt got: “Naxwazin rastiyên li Tirkiye yê bibe rojev. Li hemberî hemû beşên civakê zordestî heye û em jî parçeyek yê civakê ne. Lê em ji rojnamegeriyê tawîzê nadin.”    MA / Ozgur Paksoy - Devran Toptaş