Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-02-21 15:55:48 STENBOL - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Malbatên 3 girtiyên din jî bi heman armancê serlêdan kirin.    Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û Vasiyê Ocalan Prz Mazlum Dinç ji bo biçin Îmraliyê û Hevdîtin pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Dîsa ji malbatên din, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça wê Eylem Çetîn jî bi rêya parêzerên xwe serî li serdozgeriyê dan.   Ji 12'ê Tebaxa 2019'an ve serlêdana wan tên redkirin.