Baroya Amedê li kujerên Elçî pirsî û qedexeya li ser ziman şermezar kir 2020-02-21 15:52:54 AMED – Baroya Amedê di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de tê lidarxistin vê hefteyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê qedexeya li ser zimanê kurdî şermezar kir. Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin di hefteya 216’emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe vê hefteyê jî domand. Gelek parêzerên endamên Baroyê tevlî daxuyaniyê bûn. Baroyê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê vê hefteyê di çalakiyê de daxuyanî bi kurdî da û bal kişandin ser rewşa zimanê kurdî.    Rêveberê Baroya Amedê parêzer Mûhlîs Ogûrgul di çalakiyê de ewilî axivî.   ‘DERBARÊ GUMANBARAN DE TI TIŞT NEHATE KIRIN’   Ogûrgul di daxuyaniyê de ewilî bal kişand ser rewşa dosyeya lêpirsînê ya Tahîr Elçî û got heta niha tu kujer nehatine tespîtkirin û cezakirin û her wiha di dosyeyê de jî tu pêşveçûn nîne. Ogûrgul di derbarê geşedanên dosyeyê de wiha got: “Her wekî ku hûn jî dizanin, di derheqê birêvebirina lêpirsînê de hefteyek berê di dosyayê de hinek bûyer qewimî bûn. Di dosyeya Tahîr Elçî de 3 polîs bi awayek gumanbar îfade dabûn lê mixabin derbarê gumanbar ku bên girtin çi tişt nehatibû kirin.”    ‘DEV JI RÛREŞIYA XWE BERDIN’   Ogurgûl bal kişand binçavkirin, girtin û bêhiqûqiyên ku pêk tên jî û got: “Di heyamek wiha de kesên ku li ser medyaya civakî parvekirina dikin di heman kêliyê de tên girtin, lê di heman demê de kujerên Tahîr Elçî negirtî tên darizandin. Ev rewş ji aliyê me ve nayê pejirandin. Baroya me bi hewldanên xwe raporek pîsporan amade kiriye û di raporê de gumanbarên hatine tespîtkirin derheqê wan de çi hewceye bê kirin û em bangewaziya xwe dubare dikin ku dev ji vê rûreşiya xwe berdin.”     ‘KURDÎ ÎRO JÎ ASTENG Û QEDEXEKIRÎ YE’    Piştî Ogûrgul, Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroyê jî bi sedema Roja Zimanê Zimkakî ya Cîhanê beşdarî daxuyaniyê bû. Ji endamên Komîsyonê parêzer Eyup Aydenîz daxuyanî da û qala dîroka Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê kir û wiha got: “Kurdî jî yek ji wan zimanan e ku rastî astengî û qedexeyan hatiye û tê. Lewma wekî miletekî bindest, kurdan jî ji mêj ve wekî beşa herî girîng a mafên netewî, doza azadiya ziman û çanda xwe kiriye û dikin. Ji ber ku parastina zimanê zikmakî mafê herî bingehîn ê mirovahiyê ye, wek saziyeke hiqûqî em jî aligir û piştgirê parastina vî mafî ne.”   ‘ÎRO ROJA ŞERMEZARKIRINA QEDEXEYAN E’   Aydenîz neheqî û bêhiqûqiyên li ser zimanê kurdî şermezar kir û got: “Ji ber girîngiya 21ê Sibatê îro jî roja şermezarkirina rûreşiya astengiyên li ber zimanan û bi hêviya ku astengî û qedexeyên li ser zimanan rabin em hatine cem hev. Bi van hest û ramanan em Roja Zimanê Zimkamî li hemû zimanhezan pîroz dikin û gelan pîroz dikin.”    Piştî daxuyaniyê parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist.