Li Îranê ji vîrûsa koronayê 2 kes mirin 2020-02-21 15:52:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê 2 kesên din yên ku bi vîrûsa Koronayê ketibûn, mirin. Tê gotin vîrûs ji bilî bajarê Qumê li bajarên din jî belav bûye. Li gorî daxuyaniya saziyên tendirûstiya Îranê, vîrûsa Koronayê li Îranê belav dibe. Hat gotin ku tenê îro 13 kesên bi vîrûsa koronayê ketine hatine diyarkirin û 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye. Hêjayî gotinê ye berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanus Cehanpur di 19’ê Sibatê de diyarkir ku di nava du rojên borî de li bajarê Qum bi gumana vîrûsa korona 2 kesan xistine di bin çavdêriyê de û di encama testan de derkete holê ku herdu kes bi vîrûsa korona ketine. Piştî daxuyaniyê berdevkê Wezareta Tendirustiyê, her du kesên li Îranê bi vîrusa korona ketibûn, jiyana xwe ji destdabûn. Bi vê re li Îranê heya niha 4 kesan ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan. Tenê îro 13 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, hatine diyarkirin. Bi vê hejmarê re heya niha 18 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, niha dibin çavdêriyê dene. Li gorî agahiyan her 13 kesên îro bi vîrûsê ketine, 7 ji wan 7 ji bajarê Qum’ê, 4 Tahran û 2 jî li Gîlanî Şimal a Îranê ne.