9 HDP'iyên girtî hatin berdan 2020-02-21 15:42:55 STENBOL - 9 HDP’iyên girtî yên di 7’emîn salvegera avakirina HDP'ê de hatibûn binçavkirin û girtin serbest hatin berdan.  9 endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên di 13'ê Cotmeha2019'an de 7'emîn salvegera damezirandina HDP'ê de xwestin pîrozbahiyê li dar bixin û rastî qedexeyê hatin, di 1'emîn danişîna dozê de serbest hatin berdan. Danişîna dozê li 29'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Beriya danişînê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li pêş avahiya Edliyê daxuyanî da. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elif Bulut, daxuyanî da û diyar kir ku ew dê her dem di gotina "aştiyê" de iskar bikin û her em têkoşîna aştiyê bidin. Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum jî anî ziman ku hiqûq ketiye bin pîyan û mînaka vê yekê ya herî berbiçav jî rewşa Osman Kavala ye.    Kom piştî daxuyaniyê derbasî salona danişînê bûn. Li salona danişînê Hevserokê HDP'ê yê navçeya Şîşlî Mutlu Ozturk, Hevserokê HDP'ê yê navçeya Kuçukçekmece Huseyin Fidanboy, endamên HDP'ê Alî Edebalî, Aydin Saliş, Mehmet Emin Elma, Muslum Kiliç, Necla Yildiz, Songul Çelik û Sefa Alar ên girtî dihatin darizandin amade bûn. Dîsa parlamenterên HDP'ê Ahmet Şik, Zuleyha Gulum, Huda Kaya, Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bulut û Erdal Avcı, Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP'ê Levent Tuzel û xizmên girtiyan li salonê amade bûn. Parêzerê girtiyan PRz. Ramazan Demir jî tev li danişînê bû û parastin kir. Piştî parastinê heyeta dadgehê der barê hebû bersûcan de biryar da ku serbest bên berdan.    Heyetê piştî biryara berdanê da doz taloqî 7'ê Tîrmehê kir.