'Jiyana ekolojîk û komun esas digirin' 2017-12-15 09:25:31 MÊRSÎN - Elewiyên tahtaci yên li Toroslara dijîn, Komeleya Cîhana Nû ava kirin û di warê ekolojî û komunan de xwe bi rêxistin dikin. Elewiyên tahtaci yên li gundê Kizilkayalarê ya herêma Toroslaran a Mêrsînê dijîn, ji bo çand û dîroka xwe biparêzin, Komeleya Cîhana Nû ava kirin û di warê ekolojî û komunan de xwe bi rêxistin dikin. Komeleya xwe di meha Gulanê de ava kirine. Endamê komeleyê Oktay Armutoglu diyar kir ku armanca wan ew e li dijî hemû talanê têkoşînê bidin û bi vê armancê xwe bi rêxistin dikin.   ‘EM LI DIJÎ YEK RENGIYÊ NE’   Armutoglu da zanîn ku di çarçoveya jiyana komunal de li gund xebatên atolyeyan jî pêk tînin, di atolyeya cam û textîn de her tiştên ku tên avêtin, vediguherînin berhemekê. Armutoglu diyar kir ku bi alavên textîn her cure berheman çê dikin, bi taybetî li ser amûrên ku davêjin xwezayê radiwestin û ji nû ve şikil didin wan.   Armutoglu destnîşan kir ku ew li dijî hilberîna pir tê kirin jî ditêkoşin û wiha got: "Kes berhema di serê xwe de çêkirî bi me re parve dike û em li gorî xeyala wî teşe didin berhemê. Her berhema ku em çê dikin, em yeke din jî çê dikin. Sedema vê ew e, di xwezayê de her tişt ne wek hev e. Em jî berheman tenê yekî çê nakin. Hilberîna pir be jî em li dijî yek rengiyê ne."   'QADÊN AZAD DIVÊ'   Armutoglu aşkera kir ku ji derveyê atolyeya textîn û camê, atolyeya seramîkê jî heye, di vê qadê de herî zêde jin û zarok kar dikin û ev tişt anî ziman: "Di atolyeya seramîkê de tiştên ku mirov xeyal dikin, dixin jiyanê. Armanca komeleyê jî ew e, her kes di her warî de xwe îfade bike û xwe azad hîs bike. Bi rêya vê atolyeyê beşek be jî mirov teşe didin tiştekî."   Armutoglu destnîşan kir ku wan îsal ji bo têkiliya zarokan bi xwezayê re bi pêş bixin, kampek ava kirine, zarok di nav wê qelebalixê de gelekî kêfxweş bûne û wiha pê de çû: "Nivşên nû ji xwezayê direve. Bi rêya vê kampê zarok bi xwezayê re dibin yek û cara yekemîn bû ku zarok ji serweriya dayik û bavên xwe dûr bi xwezayê re dem derbas kirin."   'EM BÊ QANÛN DIJÎN'   Armutoglu derbirî ku li gel van hemû tiştî, di komeleyê de pere jî kêm xerc dikin, ji ber vê di bin sîwana komeleyê de pêwistiyên xwe jî ew bi xwe pêşwazî dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tiştên ku havînê di baxçeyê komeleyê de hilberîna wan hatiye kirin, bi alîkariya gundiyan reçel, salçe, qax û konserve tên çêkirin. Di jiyanê de berdêla her tiştî heye. Heke em alîkariyê ji dewletê bigirin, dê gelek rê û rêzik danye pêşiya me. Wê demê em ê li gorî wan rêzikan tevbigerin. Em naxwazin li gorî rêzikên wan jiyan bikin. Divê mirov çawa xwe azad hîs bike, wisa bijî."   DI VIR DE HER MIROV XWE DIBÎNE   Armutoglu da zanîn ku her kes tê serdana komeleya wan, bi awayekî azad xwe îfade dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Platforma li dijî nukleerê hat li vir kamp ava kir û dê çi bê kirin nîqaş pêk hatin. Koma Şanoyê ya Mêrsînê jî hat. Li vir xebat meşandin. Ji bo her mirov xwe îfade bike, li vir derfet heye. Her tişt bi hev re tê kirin."