Ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî hatin dayîn: Zimanê kurdî ji bo kurdan xeta sor e 2020-02-21 15:35:17 NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajaran daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku netew bi zimanên xwe hebûna xwe diparêzin û banga xwedî derketina zimanên zikamkî hat kirin. Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrê jî got zimanê kurdî ji bo kurdan “xeta sor e.”  Di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li gelek bajaran civînên çapemeniyê hatin lidarxistin.    AMED     Platforma Zimanê Kurdî ya ji partî û tevgerên kurd pêk tê li Otela Demîra a li navçeya Sûra Amedê bi beşdariya pêkhateyên xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Li gel rêveberên Platformê, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Nusrettîn Maçîn û nûnerên 9 partiyên kurd beşdarî civînê bûn.    Berdevkê Platformê Şerefxan Cizîrî daxuyanî da û di destpêkê de hişyariya xwedî derketina zimanê kurdî kir.    ‘ZIMAN HEBÛNA NETEWEYEKÊ YE’    Cizîrê da zanîn ku ku zimanê mirov hebûna mirovan e û wiha got: “Hebûna zimanê me hebûna netewbûna me ye. Zimanê kurdî ji bo me xeta sor e. Nivîsandin, xwendin û axaftina bi kurdî berpirsiyariya her rewşenbîrek kurd û siyasetmedarek kurd e. Lazime ku gelê kurd di ferqa hişmendiya zimanê xwe de be. Pêwîste ewilî her cûre xebat bi zimanê kurdî were kirin û kurdî bibe zimanê rojane yê civakê. Ji bo asîmilekirina zimanê kurdî divê dewleta tirk li her deverê were teşhîrkirin. Heke astengî û qedexeyên li pêşiya kurdî werin rakirin, wê gava duyemîn ji bo perwerdehiya zimanê zikmakî werin avêtin.”    GUVEN: DIVÊ ZIMANÊ SAZIYAN BIBE ZIMANÊ KURDÎ   Piştî daxuyaniyê, li ser pirsên rojnamegeran Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî axivî û xebatên ji bo pêşvebirin û parastina kurdî yên tevgera siyasî ya kurd bibîr xist û got: “Lê xebatên heta îro têr nakin. Pêwîste ji vê gavê şûnve zimanê ragihandin û peywendiyê yê saziyên kurd bi kurdî be. Divê em bi awayek bi lez û bez nêzî krudî bibin û gavên şênber biavêjin.”    Piştî axaftina Guven, endamên Platformê Ayettullah Aştî û Sedat Dogan jî axivîn û behsa girîngiya ziman kirin.    ÊLIH   Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP’a Êlihê bi boneya rojê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek jin beşdarî civînê bûn û pankarta “21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz be" daliqandin. Endama Meclîsa Şaredariya Bajarokê Kaniyahenê Gulistan Sonuk daxuyanî û bal kişand ser girîngiya axaftin û nivîsandina kurdî. Sonuk da zanîn ku axaftin û perwerdehiya zimanê zikmakî mafek bingehîn e û xwest ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.    MÊRDÎN   Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî ji bo 21’ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û rêveberên partiyê û welatî beşdar bûn. Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîxan Agaoglû axivî û diyar kir ku zimanên li ser vê axê ji aliyê îqtîdarê ve bi zextan û polîtîkayên faşîst tê xwestin tune bibin. Agaoglû banga xwedî derketina hemû zimanan kir.    WAN     Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê (DÎSA-DER) ya Wanê, Egîtîm Sen û Navenda Çandê ya Aryen daxuyaniyek hevpar dan. Daxuyanî li avahiya DÎSA-DER’ê hat dayîn. Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Hevserokê HDP’a Wanê Okkeş Kawa jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Rêveberê DÎSA-DER’ê Celal Sogûk daxuyanî da û got dewlet dîsa vegeriyaye ser kodên xwe yên kevn û li Tirkiyê tê xwestin zimanê kurdî û zimanên din werin tunekirin.    ŞIRNEX   Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê jî ji bo 21’ê Sibatê bi beşdariya rêxistinên navçe û bajarokên xwe li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da çapemeniyê. Rêvebera HDP’ê ya Şirnexê Zozan Aksû daxuyanî da û behsa pirzimanî û pirçandiya li ser vê erdnîgariyê kir û ji ber polîtîkayên tekperest ev çand û zimanên dewlemend tên tunekirin.    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî got: “Li Tirkiyê zimanê gelê kurd û Kurdistanê qedexe ye.”    Piştî daxuyaniyê aktîvîsên Tevgera Jinên Azad (TJA) derbasî Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bûn û ji bo kursa kurdî serî serlêdan kirin.    ERZIROM    Rêxistina HDP’ê ya Erziromê jî li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê HDP’a Erziromê Mûammer Dûman daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkaya pişaftinê ya li ser zimanê kurdî û got ji ber ku zimanê kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye zarok tên asîmilekirin.    AGIRÎ   Rêxistina HDP’ê ya Agirî jî bi beşdariya Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç ji bo 21’ê Sibatê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenter Abdullah Koç daxuaynî da û got zextên li ser kurdî û zimanên din encama feraseta yekperest a li Tirkiyê ye.    ÎDIR    Rêxstina HDP’ê ya Îdirê jî daxuyanî da û rêveberê HDP’ê Kemal Kûm daxuyanî da û xwest dawî li desteserkirina mafê perwerdehiya zimanên zikmakî were.    DEERSIM   Rêxistina HDP’ê ya Dersimê jî li avahiya xwe bi zaravayên kirmanckî û kurmanî yên kurdî û bi zimanê tirkî daxuyanî dan. Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrşat Yeşîl xwest ku astengiyên li pêşiya zimanê kurdî were rakirin.    MELETÎ   Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê jî têkildarî 21’ê Sibatê li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Hevserokê HDP’a Meletiyê Yûsûf Bozkûş daxuyanî da û xwest talûkeya li ser zimanan were rakirin û UNESCO xwedî li zimanan derkeve.    DÎLOK   Rêxistina HDP’ê ya Dîlokê jî bi hevkariya saziyên sivîl ên li bajêr Li Parka Yeşîlsû daxuyanî dan çapemeniyê. Pankarta “Ziman Jiyan e” hat vekirin û Hevserokê HDP’a Dîlokê Mûsa Aydin daxuyanî da û bal kişand ser girîngiya ziman.   EDENE   Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdar bûn. Serokê Şaxa ÎHD’ê Îlhan Ongur daxuyanî da û xwest zimanê kurdî û zimanên din li qada raya giştî were bikaranîn.    HATAY    Şaxa ÎHD’ê ya Hatayê jî bi boneya 21’ê Sibatê li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Servet Ustunbaba axivî û xwest ku mafê zimanê zikmakî yê perwerdehiyê demildest were nasîn.    Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist.    MÊRSÎN    Rêxistina HDP’ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’ê Gulbahar Şofer behsa pêkûtiyên li ser zimanê kurdî kir û xwest zextên li ser zimanan werin bi dawîkirin.    Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê jî bi wesîleya rojê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û Serokê Şaxê Sînan Mûşlû jî behsa girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir.   STENBOL    Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê daxuyanî da û pankarta “Zimanê dayikê rûmeta jiyanê ye” vekirin. Dirûşmê ji bo girîngiya ziman hatin berzkirin. Aktîvîsta TJA’yê Sûna Kaymaz axivî û got: “Ziman nasnameya însan û hebûna wî ye. Di heman demê de ziman hebûna neteweyekê ye. Dema ziman winda bibe di nava demê de ew netew jî winda dibe. Heta ku polîtîkaya asîmîlasyonê ji ser zimanê zikmakî neyê rakirin wê azadî pêk neyê.”    Daxuyanî biç epik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.    AYDIN   Rêxistina HDP’ê ya Aydinê jî li avahiya partiya xwe bi wesîleya rojê civîna çapemeniyê li dar xist û Hevseroka HDP’a Bajêr Ayşenûr Vaîzoglû daxuyanî da û bal kişand ser polîtîkaya tekperest a li Tirkiyê û ji ber vê feraseta yekperest di serî de zimanê kurdî û zimanên din tune tên hesibandin. Vaîzoglû da zanîn ku divê dawî li vê feraseta yekperest were û hemû zimanên li Tirkiyê bên mîsogerkirin.   ÎZMÎR    Meclîsa Ciwanan a HDP’a Îzmîrê jî bo wesîleya rojê daxuyanî da çapemeniyê. Ciwanan rojê pîroz kir û banga hurmet nîşandan li hember hemû zimanên zikmakî hat kirin.    Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi boneya 21’ê Sibatê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û rêveberên ÎHD’ê Vatan Çeçen bi kurmanî daxuyanî xwend û Denîz Bayrak jî bi tirkî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku astengkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî binpêkirina mafên mirovan a herî mezin e.