Çawîşê pispor ê întîhar kir bêdeng û bê kes defin kirin 2020-02-21 15:23:33 MÊRDÎN – Çawîşê Pispor Nezîr Abak ê li qereqolek navbera Dersim û Erzînganê întîhar kir, li Gundê Girherîn ê Navçeya Artûklu ya Mêrdînê bêdeng û bêkes defin kirin.  Çawîşê Pispor Nezîr Abak di 18'ê Sibatê de li qereqolek navbera Dersim û Erzînganê întîhar kir. Cenazeyê Abak di heman rojê de li Gundê Girherîn ê Navçeya Artûklu ya Mêrdînê bêdeng û bêkes defin kirin. Balkêş e Saziyên fermî jî têkildarî întîhara Abak daxuyanî nedan.