Taşçier: Ez dixwazim ji bo Perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin 2020-02-21 15:05:32 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, bi minasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê, bi Kurdî  pêşneyarname da Meclîsa Tirkiye û xwest ji bo perwerdehiya Kurdî lêkolîna meclîsê bê vekirin.  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê Îmam Taşçier, bi minasebeta 21'e Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî pêşniyarname da meclîsê. Taşçier, diyar kir ku ji ber zimanê wî yê zikmakî Kurmancî ye dê peşniyarnameyê bi Kurdî bide. Pêşniyarnameyê Taşçier wiha ye:    "Zarokên ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye, ji ber pergala perwerdehiyê ya yek zimanî pirsgirêkên derûnî dijîn, em dixwazin bandora vê ya li ser tevahî civakê bê lêkolînkirin. Ji bo daxwaza Kurdan a ‘Perwerdehiya Kurdî’  li ber çavan bê girtin, ji bo rakirina astengiyên li pêş modelên cotzimanî ango cotperwerdehî bê lêkolînkirin ez daxwaz dikim ku li gorî Makezagona hejmar 98 û zagonên rêznameyê ya 104 û 105’an, lêkolîna Meclîsê bê vekirin.   SEDEM                                                                     Tirkiye ligel ku welatek gelek gelên cûda lê dijîn,  xwedî mîrateya dîrokî û çandî û erdnîgariyek pir çandiye jî ji roja avakirina Komar ê di avakirina netewe dewlet a homojen de polîtîkayên yek zimanî şopandiye. Di serî de zimanê Kurdî hatiye qedexekirin, mîrateya çandî û bîra dîrokî ya gelê Kurd û gelên cûda yên li vê erdnîgariyê dijîn tune hatiye hesibandin. Ji bilî zimanê Tirkî destûra perwerdehiya bi zimanê din nehatiye dayîn û li ser zimanê zikmakî bişaftin hatiye pêşxistin.  Ev polîtîka bêyî bê guhertin ji hêla desthilatdaran heta roja me ya îro hatiye berdewamkirin.   Ziman ji bilî amûrê ragihandinê gelek tiştên din jî îfade dike. Her ziman bargirê dîrok û çanda ku ew civaka bi wê zimanî diaxive ye. Zimanê dayikê, ragihandina yekemîn a bi cîhanê re ye, fêrbûn, nasnameya kesan a hestiyarî û pêşketina zihnî ya ji hev nayê veqetandine. Bi kurevîbûna Cîhanê re, dewletên pêşketî, di encama xebatên zanistî û xwedî derketina zimanê dayikê di polîtîkayên xwe yên yekparêzî yên bandora xwe ya neyînî li ser civakê dike ji nedîtî ve nihatine û guhertin pêk anîne. Di serî de li welatên wekî Swed, Frensa Elmanya, Çîn û DYA’yê li nêzî hemû welatên Cîhanê perwerdehiya pirzimanî dest pê kiriye û di belgeyên hiqûqî yên Navnetewî de mafê perwerdehiya dayikê girtine bin ewlehiyê.  Tirkiye jî tevlî van peymanan bû ye. Lê mixabin li gel ku li Tirkiye 25 mîlyon Kurd dijîn jî di polîtîka xwe ya perwerdehiya yekzimanî de israr dike. Ligel pişaftina li ser zimanê kurdî, ji ber gelê Kurd xwedî nifûsek zêde, li erdnîgariyek diyarker dijî û xwedî zanistiya siyasî ye ev serdemek e li hemberî polîtîkayên pişaftinê li ber xwe dide û heta îro zimanê xwe parastiye.   Hetera (ısrar) Tirkiye ya di pergala perwerdehiyê de, di nava civakê de rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Di destpêka perwerdehiyê de zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdehiyê nabînîn bi pirsgirêkên fêrbûnê û serneketinê re rû bi rû dimînin û ev yek rê li ber encamên travmatîk vedike. Zarokên ku zimanê wan ê dayikê kurdî ye, ji ber pergala perwerdehiyê ya yek zimanî pirsgirêkên derûnî dijîn, em dixwazin bandora vê ya li ser tevahî civakê bê lêkolînkirin û ji bo daxwaza Kurdan a ‘Perwerdehiya Kurdî’  li ber çavan bê girtin, bi armanca rakirina astengiyên li pêş modelên cotzimanî ango cotperwerdehî bê lêkolînkirin, ez daxwaz dikim ku lêkolîna Meclîsê bê destpêkirin."