Kavala: Hevîya beraetê ji aliyê Serokomariyê ve hat astengkirin 2020-02-21 13:23:01 STENBOL - Karsaz Osman Kavala ku ji doza Gezî beraet kir û piştre ji dozek din hat girtin, diyar kir ku biryara beraetê heviyek pêş xist, lê ev hêvî bi mudaxaleya Serokomariyê hat astengkirin.  Karsaz Osman Kavala ku piştî biryara beraatê ya der barê doza Geziyê de hatibû tehliyekirin, dîsa hatibû binçavkirin. Kavala, dîsa sewqî dadgehê hatibû kirin û Dadgeriya Cezayê Sulhê cardin der barê wî de biryara girtinê dabû. Dadgeriyê bi tawanbariya "Hewldana ji bo xirabkirina pergala qanûna bingehîn" der barê Kavala de biryara girtinê da. Osman Kavala, piştî biryara dadgehê ku hat berdan û li ser biryarek din dîsa hat girtin, peyam şand û wiha got: "Ewil biryara Dadgeha Mafên Mirovan pêk neanîn û ez serbest bernedam. Ev bi serê xwe binpêkirina mafan a herî mezin e. 30'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê der barê min de biryara beraet û berdanê da. Ev biryarek pir erênî û cihê kêfxweşiyê ye. Ez ji doza Gezî li ser listik û plana bê bingeh û esil hatim girtin û darizandin. Ev biryara beraetê bi wate ye. Ez evi dikim ku wê bandorek erênî çêke. Lê mixabin bi mudaxaleya Serokomariyê ev derfet hat astengkirin û dîsa dubare bêhiqûqî pêş ket. Dubare ez bi sucdariyên dijî hiqûqê û li dijî aqilan hatim girtin. 2 sal û niv berê hinceta têkiliya min bi Henri Barkey re heye nîşan dan û ez girtim. Niha jî îdîa dikin ku ez plankarê darbeya 15'ê Tîrmehê me. Ez evî dikim ku ev bê hiqûqî dê zêde berdewam neke."