Hunermendan ji bo Kovara Zrîngê banga abonetiyê kirin 2020-02-21 13:18:27 AMED – Kovara Zrîngê bi deng û awazên hunermendên kurd banga xwedî derketinê û abonetiya kovarê kir. Kovar dîmenê banga hunermendan li ser Twîtterê belav kir.  Kovara Zrîngê bi armanca wate û girîngiya rojê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dîmenek ji nêrîna hunermendên kurd ku ji bo Zrîngê bang dikin li ser Twîtterê belav kir.    Di dîmenê ku Zrîngê parve kiriye de hunermendên kurd Şivan Perwer, Mîkaîl Aslan, Alî Tekbaş, Pervîn Çakar, Songul Gunay û Hêja Netirk nakaratên stranî banga xwedî derketina Zrîngê dikin û dixwazin her kes bibe aboneyên kovarê.    Kovara Zrîng her wiha strana “Zimanê kurdî” ya hunermendê mezin Aram Tîgran jî ji bo 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê belav kir.