Li Mêrdînê rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin 2020-02-21 13:00:49 MÊRDÎN – Li Mêrdînê di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Qoserê yê berê Îsmaîl Asî û rêveberên HDP’ê û DBP’ê hatin binçavkirin.  Li navçeyên Artûklû, Qoser, Stewr, Midyad û Mehsertê serê sibê polîsan bi ser malan de girt û rêveberên HDP’ê û DBP’ê binçav kirin. Di serdegirtina malan de polîsan kelûpelên malan serobûn kirin. Di encama lêgerîna li malan de polîsan Hevşaredarê Qoserê yê berê Îsmaîl Asî yê demek beriya niha ji girtîgehê hatibû berdan, rêveberên HDP’a Bajêr a Mêrdînê Husnu Acay, Şêxmûs Aksoy û Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeya Stewrê Muzaffer Işişk û endamê Meclîsa Şaredariya Mêrdînê yê berê Metîn Kaya binçav kirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.