Ajokarên koçberên Sûrî bar dikin rastî 1000 tl ceza tên 2017-12-15 09:21:51 ŞIRNEX - Li Şirnexê li ajokarên ku koçberên sûriyeyî siwar dikin, ji bo her koçberekî hezar lîre cezayê pere yê îdarî li wan tê birîn. Ajokarên mînîbusên rêwiyan bertek nîşanî vê yekê dan û anîn ziman ku ew nikarên navnîşana malê ji rêwiyan bipirsin.  Li Şirnexê û navçeyên wê, li ajokarên wesayîtên ku penaberên sûriyeyî yên navnîşana wan li cihekî din dixuyê siwar dikin, li gor madeya 171'emîn a KHK'ya Jimare 694'an cezayê pere yê îdarî li wan tê birîn. Nêzî mehekê ye ev sepandin heye û li hemû noqteyên polîsan ên li bajêr tê sepandin û ji ber vê gelek ajokar bi hinceta li dijî Qanûna Qebehetan tev geriyane ceza xwarine. Ji bo her koçberekî sûriyeyî hezar lîre ceza li ajokaran tê birîn.    AJOKAR: EM NIKARIN JI RÊWIYAN NAVNÎŞANÊ BIPIRSIN    Xwediyên wesayîtên ku hayê wan ji vê KHK'ya ku di 25'ê Tebaxê de hatiye weşandin tune ye, bertek nîşanî vê rewşê dan. Ajokarên mînîbusan diyar kir ku ew nikarên ji her rêwiyî navnîşana wî/ê bipirsin û divê ew ji vê rewşê wek berpirsiyar neyên hesibandin. Ajokaran anî ziman ku ji ber ew bi pergala bilêtê naxebitin, ew nikarin hay ji nasnameyan hebin û ew 5 kîlometreyê carekê rêwiyekî/ê werdigirin. Ajokaran got ku piştî ceza li wan tê birîn koçberên sûriyeyî ji wesayîtê tên daxistin û ew êdî nizanin ka wan dişînin kampan an cihê lê dijîn. Her wiha ajokaran got ku li wesayîtên taybet ên di rê de koçberên sûriyeyî digirin jî ceza tê birîn. Ji ajokaran Nevzat Anik diyar kir ku pereyê ku ew mehane qezenc dike êdî têra cezayê lê tê birîn nake û wî îtîrazî vê rewşê kiriye û doz vekiriye.    JI BO 9 SÛRIYEYAN 9 HEZAR LÎRE CEZA    Di nav kesên ceza li wan hatine birîn ajokarên wesayîtên gihaniya nav bajêr dikin jî hene. Yek ji van ajokaran jî Mesût Ozkan e û ji bo 9 koçberên sûriyeyî 9 hezar lîre ceza lê hatiye birîn. Ozkan anî ziman ku ew nikare vî cezayî bide û bertek nîşanî vê rewşê da.