Nivîskarê Kurd Varli: Ziman winda bibe dê gel jî winda bibe 2020-02-21 12:15:19 ENQERÊ - Nivîskarê Kurd Sadik Varli bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û wiha got: "Jinên Kurd dibe bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Ger ku ziman tune bibe dê gel jî winda bibe."  Li Tirkiyeyê bi xala 42'emîn a Destûra bingehîn, ji xeynî Tirkî hemû ziman hatin qedexekirin. Li gorî vê xalê li Tirkiyeyê zimanê fermî Tirkî ye. Wekî din hemû zimanên din qedexe ne û li dijî fermiyetê ne. Li aliyê din, Rêxistina Perwerde, Zanis û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 21'ê Sibata 2000'an de Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê îlan kir. Ji wê salê heta niha 20 salin ji bo mirov li zimanê zikmakî xwedî derkevin û teşwîk bikin pîrozbahiyan li dar dixin. Lê li Tirkiyeyê pîrozbahî, perwerdehiya Kurdî û zimanên din hatiye qedexekirin. Ji ber zagonên dewletan heta niha li ser ruyê cîhanê ji sedî 40'ê zimanan tune bûne an tune dibin. Li gorî malpera Ethnologue ya xebatê ziman dimeşîne li Tirkiyeyê 39 ziman tên axaftin. Lê niha tenê Tirkî fermî ye. Li Tirkiyeyê zêdeyî 20 milyon Kurd hene, lê Kurdî hêj qedexe ye. Sala 2016'an de hemû sazî û dezgehên Kurdî hatin girtin.   Xabatkarê KURDÎ-DER'ê ya bi KHK'ê hat girtin û nivîskar Sadik Varli ji bo pêşveçuna zimanê Kurdî xabata xwe didomîne. Varli, têkildarî parastina zimanê dayikê û pêşveçûnê ziman de erkê dewletê û rola saziyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.    Varli, ewil xwe na naskirin û diyar kir ku li Navçeya Erdîşa Wanê gundekî gelîyê Zîlan dayîk bûye û wiha got: "Min li Enqerê beşa zimanê Almanî qedant û ez bûma mamostayê ziman. Divê pêvajoye de bi îngilîzî jî hîn bûm. Fermî min di dibistanê dewletê de mamostahîya zimanê elmanî, îngilîzî û tirkî kir. Li zanîngeha Bîlkentê min mamostehîya zimanê Kurdî kir.  Li Enqerê min di Komala Demokrasî, Çand û Pêşgirtina Kurd de xebat kir. 10 salan min rêveberiya wir kir. Min û çend hevalên xwe pirtûka "Kurdîya hêsa"  û "Gav Bi Gav Kurdî" amade kir. Me pirtûk nû kir û di bin baneyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de pirtûka "Hînker" amade kir. heta 15'e Tîrmehê me xebatê Komelêyê kir. Piştî komele hat girtin xebatê komaleye ofhsı astangkirin. Li Enqereyê nêzî 400 kes beşdarî perwerdehiya Kurdî bûn. Me nêzî 100 mamostê kurdî perwerde kir. Xwendakarên derveyî welat hatin kursê hînî zimanê Kurdî bûn."    'RÊBAZÊ BIŞAVTINÊ GUHERTIN'   Varli, li ser nêzîkatiya dewletê ya li hemberî ziman jî rawestiya û wiha axivî: "Ji demazrandina Komarê û virde li ser tunekirina kêmnetewan û bişavtinê hesap kirin. Tişta balkêş niha dewlet hawcedariyê bişavtina bi darê zorê nabîne. Demekê axiftina Kurdî li kolanan qedexe bû. Yên bi Kurdî di axivîn ceza li wan dibirîn. Niha xwebişavtin pêş ketiye. Kurt berê bi Kurdî diaxivîn. Lê niha kesekî li gund ku Tirkî nizanbin wan şermezar dikin. dibêjin 'Tu çawa bi tîrkî nizane'. Ragihandin, televîzyon, înternet amûrê xwebişavtine ne. Hewcedarîya dewletê êdî bi zorê nîne. Dewletê TRT-Kurdî vekir."    Varli, bal kişand ser "Peymana Mafên Mirovan ên Navneteweyî" ku Tirkiye îmze kiriye û wiha got: "Lê îro li Tirkiyeyê di hêla ziman de wêneyekî qedexe û bişavtinê derdikeve holê. Xapandinek pir zirav heye. Armanca dewletê tunekirina ziman e. Xwe ne ji dêrê dike û ne jî ji mizgftê dike. Peymanê îmze dike, lê ji bo zarokan şerhek danîye. Çima ji bo zaroka nabe? Eger zarok perwerdehîya zimanê dayîkê bibînin dê zimanê xwe geş bikin û bidomin. Ger ku perwerde tune be ziman winda dibe. "    Varli, bal kişand ser têkiliya çand û ziman û wiha bi dawî kir: "Çand û ziman bi hevre girêdayî ye. Gel bi çanda xwe heye. Çand û ziman jî holê rabe hewcahi bi tiştekî dî nîne. Dewlet stratejîyeke wiha daye pêşiya xwe û ji sala 1923'ta vê  dimişîne. Partîya deshilatdar CHP û AKP diyek stratejîyede dimeşin qet ne guharîna. Stratejîya dewletê tunekirina çand û ziman ên cuda ye. Bi rêya faşîzmê vê stratejîye dimeşîne. Ferasetake pir qirêj a çawa gelekî ji holê rake dimeşîne. Mirovekî nexweş û zimanê dayikê nizanîbe nikare nexweşîya xwe bîne ziman. Tendirustîya wî tîne dibe. Di perwerdahîye de jî zimanê dayikê tenê bi axiftinê çê nabe. Ji bo axaftina rojane 200 peyv bese lê belê ziman ji bo pêşvehere dibe ku perwerdahîye bibîne. Xwendin, ragihamdin, nivîs, perwerdehî nebe ziman di pêşerojê de qels dibe û tîne dibe. Em dibînin ku jina Kurd di têkoşînê de pêş ketiye. Barê ziman jî ketîye ser milê wê. Ez hêvî dikim jina Kurd li zarok û ziman xwedî derkevin,"    MA / Emrullah Acar û Zemo Aggoz