KCD: Em li her qada jiyanê bi kurdî baixivin 2020-02-21 11:51:13   AMED - KCD'ê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê diyar kir ku li dijî polîtîkayên bişaftinê li her qadên siyasî û civakî û tevahiya qadên jiyanê bi kurdî biaxivin, bixwînin û binivîsînin.     Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. KCD di daxuyaniya xwe de bal dikişîne ser girîngiya ziman û çanda kurdî û mafê zimanê kurdî.   Daxuyaniya KCD'ê wiha ye:    "21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li tevahî gelan û gelê Kurd Pîroz be. Roja zimanê dayikê ji bo gelan roja xwedî derketina ziman û çandê ye.   Civakên bindest di çerçoveya paradigmaya Netewe dewletê de bi salan tune hatine hesibandin û bi rêbazên bişaftinê hatiye xwestin ku ji holê bê rakirin. Civakan vê rojê wekî cejnê, berdewamkirina hebûna xwe û lêgerîna maf dîtine û wekî roja berxwedanê jiyîne.   Li Kurdistanê sed sale ku ji bilî zimanê fermî Tirkî bikaranîna zimanê Kurdî hatiye qedexekirin. Her wiha ligel zimanê Kurdî, Lazî, Ermenî, Erebî û Çerkezî jî tune hatine hesibandin. Bi vê yekî hatiye xwestin ku pêşiya pêşketina ziman bê girtin. Hişmendiya serdest di esasê tunekirinê de polîtîkayên bişaftinê meşandiye.   Ziman sedema hebûna gelan û çanda wê ye. Hemû êrîşên li dijî ziman di esasê xwe de êrîşa li hemberî gelan e. Mafê zimanê zikmakî mafeke gerdûnî û wateya bingeha jiyanê ye. Çiqas êrîşên li ser zimanê Kurdî zêde bibin dê berxwedan jî ewqas mezin bibe. Têkoşîna ji bo ziman bixwe wateya jiyanê ye.   Em li ser vê esasê, ji bilî zimanê fermî û wêdetirî jiyîna jiyanekê, jiyanek ku tê de cûdahiyên me bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin, çanda xwe azad bijîn û polîtîkayên bişaftinê tune bin dixwazin. Ji ber van sedeman em bang li tevahî gelê xwe dikin ku di qadên siyasî û yên civakî de di tevahî qadên jiyanê de zimanê kurdî bikar bînin, li hemberî polîtîkayên înkarkirin û bişaftinê li ber xwe bidin û bi helwestek netewî seferberiya bikaranîna zimanê dayikê bilind bikin dikin.   Bi bîr û baweriya ku em dê bi têkoşîna xwe jiyana azad biafirînin, Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin."