KNK: Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikin 2020-02-21 10:40:30 NAVENDA NÛÇEYAN - KNK’ê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî daxuyanî da û got: “Divê em hemû, zimanê Kurdî û zimanên din yên Kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxêvîn. Yên ziman winda bikin dê her tiştî winda bikni.” Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya KNK'ê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî peyamek weşand. KNK'ê di peyamê de diyar kir ku demek dûr û dirêj e ku gelên Kurdistanê bi Kurd, Kildan, Asûrî, Suryanî û Ermenî bi fermanrewaya dewletên serdest û dagirkerên Kurdistanê ji wî mafê rewa bê behr in û wiha got: "Zimanê Dayikê li me qedexe kirine û bi hemû şêweyên şovenistî û regezperistî, hewil dane û didin ku zimanê me lawaz û kirêt bikin û ji holê rakin. Kesayetiya me di nava civaka Ereb, Faris û Tirkan de bi fetisînin.  Parastin û xwedîderketin, bikaranîn û axaftina bi zimanê dayikê bingeha hebûna her neteweyê ye, hevênê nasname û kesayetiya her teke kesekî/a civakê ye, û yeke ji sitûnên herî giring yên netewebûnê ye."    KNK'ê da zanîn ku ew mirovên ku zimanê xwe yê zikmakî winda bikin û neparêzin, dê her tiştê xwe bi hêsanî ji dest bidin û hesta neteweyî dê lawaz dibe û wiha berdewam kir: "Lewma pêwîste Kurdistanî zimanê xwe yê dayikê û neteweyî bi hemû zaraveyên heyî ve biparêzîn û rojane di hemû waran de bi kar bînin. Bêgûman her zimanê nekeve nava proseya perwerde û xwendinê û lêkolînên akademîk dem bo demê ser nehên encam dayîn, ew ziman pêşnakeve û nayê parastin jî. Li her çar perçeyên Kurdistanê, bi taybet li rojavayê Kurdistanê serbarê wê rewşa şer, rewşên nexweş, barê asayîşa giştî û nearamiya di tevaya warên jiyanê de, proseya xwendin û perwerdeya bi zimanê zikmakî nesekiniye û roj bı roj pêş de çû ye."    KNK'ê di dawiya peyamê de jî ev tişt got: Roja Navneteweyî ya zimanê dayikê li dayikên me û li hemû xelkê Kurdistanê pîroz be. Bila Em hemû, zimanê Kurdî bi ( hemû zaraveyên xwe ) ve û zimanên din yên Kurdistanî biparêzîn û rojane wek zimanê sereke pê biaxêvîn. Hewldanên xwe pirtir û bihêztir bikin, bi zimanê xwe yê dayikê di perwerde û proseya xwendinê bi awayekî serdemane bixebitin û nivşên bên perwerde bikin."