Li Girtîgeha Gumuşhaneyê girtiyan xistin hucreya yek kesî 2020-02-21 10:29:25 ŞIRNEX  – Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê ji berk u girtiyan jimartina li ser pêya red kirine wan xistine hucreyên yek kesî.  Hamza Arzûman (22) ê 17 salî bû di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopya Şirnexê de hatibû girtin û 15 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Arzûman niha li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê tê ragirtin bi telefonê malbata xwe re axivî. Arzûman ji malbata xwe re ragihand ku ji ber jimartina li ser pêya qebûl nekirine wan xistine hucreya yek kesî.    Arzûman ê bi dayika xwe Bedriye Arzûman re axivî wiha gotiye: “Di hucreyekê de 3 hene. Gardiyan dixwazin mîna leşkeriyê li ser pêya di rêzê de jimartinê bikin. Herî dawî gardiyanan bi ser qawîşê de girt û xwest girtî mîna nîzama leşkeriyê bijimirên. Girtiyan vê yekê qebûl nekir. Li ser vê yekê girtiyan avêtin hucreyên yek kesî.”    Arzûman da zanîn ku ji roja kurê wê sirgûnî wê girtîgehê kirine zext û gef li wan tên kirin û ji bo rewşa lawê xwe û girtiyên banga hestiyariyê li raya giştî kir.    Têkildarî van angaştan em li Girtîgehêa Tîpa E ya Gumuşhaneyê geriyan û rayedaran diyar kir ku ew ê bersiva van angaştan nedin.