PEN a Kurd: Zimanê kurdî yê 50 milyon kurdan e 2020-02-21 10:04:34 NAVENDA NÛÇEYAN - PEN'a Kurd têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de da zanîn ku zimanê kurdî zimanê neteweyekî ye ku nêzî 50 milyonî ye û wek welatê wan zimanê wan jî di bin êrişê de ye.  PEN'a Kurd têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de daxuyaniya nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê hat gotin ji bo ku zimanê kurdî yê pir hêja biparêzin û bi pêş bixînin, wek gelê Kurd, pêwîste ewm di nav rêxistinbûyînê de bin û hemû derfetan bi kar bînin.   Daxuyaniya PEN'a Kurd wiha ye:    "Di dinyayê de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê hatiye qebûlkirin û her sal vê rojê di derbarê mijarê de çalakî çêdibin. Gelek rêxistinên Kurdan jî, di van rojan de li ser xebat û geşkirina Kurdî panel, bername û çalakiyan çêdikin. Her zimanek heta ku tê efirandin û xwe digihîne serdemê bi sedsalan, bi hezarsalan bingehek wê heye, loma hemû ziman hêjayî parastin û geşkirinê ne. Lê mixabin di pergala dinyaya îro de gelek ziman li ber têkçûnê ne. Em wek PENa Kurd, rêlibergirtina tu zimanî rast nabînin û hemû xebatên ji bo pêşxistina zimanan pîroz dibînin.   ZIMANÊ KURDÎ YÊ 50 MILYONÎ YE   Zimanê Kurdî zimanê neteweyekî ye ku nêzî 50 milyonî ye û wek welatê wan zimanê wan jî di bin êrîşê de ye. Ev nêzî sed salî ye bi xeyala ku Kurdî ji holê bê rakirin(esas armanc qirkirina milletê ku wî zimanî bikar tîne ye) ji aliyê serdestan ve gelek plan û bername hatin meşandin, lê ji ber ku xwedî bingehek xurt û dewlemend e Kurdî her xwe li ser linga digire û bi derfetên qels jî be xwe bi pêş dixîne. Wek dîroka wan, zimanê Kurdî jî ji bo mirovatiyê mîraseke pir girîng e. Çawa dema kolanên arkeolojîk yê li Kurdistanê hebekî bi pêş ket, dîroka dinyayê hate guhertin; lêkolînek berfireh ya zanistî li ser Kurdî bê kirin wê ew roniyê bide gelek mijaran, ji ber ku mirovatî li ser erdê wan ava bûye û kodê dîrokê di ziman de veşirtîne.   Ji bo ku em zimanê xwe yê pir hêja biparêzin û bi pêş bixînin, wek gelê Kurd, gerek em di nav rêxistinbûyînê de bin û hemû derfetan bi kar bînin. Berî her tiştî bikaranîn û xwendina bi Kurdî pir pêwîst e. Zimanê Kurdî mîrasa herî bêhempa ye ya ku em ji zarokê xwe re bihêlin.   LI DIJÎ ASTENGKIRINA ZIMAN DERKEVIN   Çi kes û rêxistineke ku bêje hurmeta min ji mafê mirovan re heye, gerek li dij astengkirinên zimanê dayîkê derkevin û destekê bidin perwerdeya bi zimanê dayîkê. Em bang li dewleta Sûriyeyê, Îranê û Tirkiyeyê dikin ku dev ji rêlibergirtina zimanê Kurdî berdin û em dibêjin; astengkirina mafê mirovan a herî rewa wê tu fêdeyê li kesî neke, heta bingeha gelek pirsgirêkên ku li van welat û herêmê hene ji ber neheqiyê ku li Kurdan tên kirin e. Rojên geş, bi wekhevî, azadî û xweşbîniyê ava dibin. Loma ji bo pêşketin û aramiya civatê, divê ev rêbazên çewt bêne terkkirin."