Di binçavan de gef lê xwarin, gotin 'em ê diya te jî bigirin' 2020-02-21 09:15:43 MÊRDÎN – Ciwanên li Mêrdînê tên binçavkirin bi îdiaya "sîxurtî li wan tê ferzkirin" serî li ÎHD'ê didin. Yek ji van ciwanan jî Mehmet Akyuz e. Akyuz, anî ziman ku polîsan gef lê xwariye û jê re gotine ew ê diya wî binçav bikin.  Di 14'ê Sibatê de li navenda Mêrdînê û navçeyên wê polîsan avêtibû ser gelek malan û 22 kes binçav kiribûmn. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê hatibûn berdan. Kesên hatibûn binçavkirin û paşê hatin berdan derpêş kirin ku di bin çavan de "sîxurtî" li wan hatiye ferzkirin. Ciwanên sîxurtî li wan hat ferzkirin serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê dan û gotin, ew ê biçin dogzeriyê giliyê polîsan jî bikin.    Yek ji van ciwanan jî Mehmet Akyuz ê 22 salî yeç Akyuz, anî ziman ku polîsên Midûriyeta Emniyetê ya Nisêbînê jê re gotine "em dixwazin tu bi me re bixebitî." Akyuz, diyar kir ku ew xwendekarê Zanîngeha Artûklûyê ye û got, 4 rojan di bin çavan de maye û di dema binçavan de di bin navê "mulakatê" de hin kesan hevdîtin pê re çê kiriye û got: "Ji min re gotin gava tu bi me re bixebitî em ê di warê madî û manewî de aliyê te bikin. Ji min re gotin, em ê tiştekî ji te nexwazin, tenê em ê çend navan ji te bipirsin ka tu wan nas dikî yan na û paşê em ê biçin wan kesan bigirin."    Akyuz, destnîşan kir ku piştî wî daxwazên polîsan red kiriye, polîsan gef lê xwariye û gotine "Em ê diya te jî bînin vira û têxin hucreyê."    Saît Sirdaşê ku li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê di binçavan de ma, diyar kir ku gava di bin çavan de bû di bin navê "mulakatê" de polîsan gazî wî kiriye û jê re gotine "Em dizanin tu kî yî û tu çi karî dikî." Sirdaş, got: "Ji min xwestin ez bi wan re bixebitim. Ên ev tişt ji min re gotin sê kesên sivîl bûn. Gava min teklîfa wan red kir ji min re gotin, 'Li paş te kamera heye û em nikarin tiştekî bi te bikin. Lê em dizanin tu li kur dimînî û diçî ku. Ez ê te li derve zevt bikim wê çaxê wê kes nikaribe te ji nav lepê min derxe.' Paşê ji min re gotin, 'Heger tu aliyê me bikî, em ê di warê madî û amnewî de alîkariya te bikin.'"    Sirdaş, diyar kir ku di bin çavan de 6 caran pê re axivîne û gef lê hatine xwarin û heqaret lê hatine kirin.