Dozger der barê polîsê bi wesayîta zirxî Can kuşt de îdianame amade kir 2020-02-21 09:15:17 AMED – Li Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Cîhan Can kiribû û ew kuştibû. Der barê polîs H.A. de bi tawanbariya "kuştina qisûrdar" doz hat vekirin, lê belê 46 roj in dadgehê zebta tensîbê ya dozê amade nekiriye.  Di 27'ê Kanûna 2019'an de li Amedê li Kolana Tûrgût Ozalê wesayîta zirxî ya polîsan pêl Endezyarê Înşeatê Cîhan Can kiribû û ew kuştibû. Lêpirsîna der barê mirina Can de temam bû û Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê polîs H.A. de bi tawanbariya "kuştina qisûrdar" îdianame amadekir. Dadgeha Cezayê Asliye ya 11'an a Amedê jî di 7'ê Çileya 2020'an de îdianame qebûl kir. Lê belê derket holê ku 46 roj derbas bûne, lê dadgehê hê jî zebta tensîbê ya dozê amade nekiriye.    ‘MUDAXILEYÎ DADGEHÊ TÊ KIRIN'   Parêzerê malbata Can Parêzer Coşacak, destnîşan kir ku mudaxileyî dadgehê tê kirin. Coşacak, anî ziman ku dadgeh dixwaze dozê bi derengî bixe û got, îdiaynameya bi sê rêzikan hatiye amadekirin îşaret bi pratîka bêcezatiyê dike û got: "Li erdnîgariya me kesên bi vî awayî mirovan dikujin bi rihetî digerin. Li erdnîgariya me sûc bê ceza tên hiştin. Ev jî bi destê dewletêt ê kirin. Bi nêvenga pevçûnî ya li erdnîgariya me, kirine ku hêzên dewletê çi sûcî bikin jî azad bin."