'Beraatê naxwazim, bimire faşîzm' 2020-02-21 09:14:58 ÊLIH  - Ji ber Komkujiya Roboskiyê şermezar kiribûn doz li 14 xwendekaran hatibû vekirin. Yek ji van xwendekaran jî Parêzer Mesût Aydin bû. Dadgehê 3 sal ceza li Aydin birî. Aydin, got: "Li dadgeheke di bin banê vîna siyasî de, min li xwe danenî doza beraatê bikim."  Di sala 2011'an de xwendekarên Zanîngeha Dcîleyê Komkujiya Roboksiyê şermezar kiribûn. Ji ber vê 14 xwendekar hatibûn binçavkirin û paşê bi îdiaya "li ser navê rêxistinê sûc kirine" li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê doz li wan hatibû vekirin. Di dawiya dadgehê de xwendekar beraat kiribûn. Lê belê Dadgeha Bilind biryar xera kir û xwest xwendekar bên cezakirin. Dadgehê jî 13 jê parzer li 14 kesan herkê 3 sal û meh û 15 roj cezayê girtîgehê birî.    Yek ji kesên ceza lê hat birîn jî Parêzer Mesût Aydin e. Aydin di danişînê de got "Ez beraata xwe naxwazim, bimire faşîzmê".    'BIRYAREKE SIYASÎ YE'    Aydin, got: "Li dadgehan me hiqûq pir nîqaş kiriye, lê belê niha bi navê hiqûqê tiştek jî nemaye." Aydin ji bo gotina xwe ya li danişînê jî ku gotibû "Ez beraata xwe naxwazim, bimire faşîzm" jî got: "Ji bo heyeta dadgehê biryareke nû bide me hina rgumanên cidî da ber wê. Me biryarên AYM'ê dan ber wê. Lê belê ji ber ku ev Roboskiye, naxwazin biryarê qebûl bikin. Ji xwe di rewşeke wiha de meriv rabe doza beraatê bike nabe. Çalakiya me çalakiyeke rast bû. Min biryara beraatê qebûl nekir. Çimkî li dadgeheke di bin banê vîna siyasî de maye, min li xwe danenî doza beraatê bikim. Li wir ne daraz, organa siyasî hebû. Loma min doza beraatê nekir."