GÎŞ-DER: Em ê pirsgirêkên karkeran hel bikin 2020-02-21 09:14:37 MÊRSÎN - Li Mêrsînê Komeleya Karkerên Bêewle hat avakirin. Serokê komeleyê Abdûlselam Kûtlû, diyar kir ku armanca wan ew e ku bêewlebûnê ji holê rakin û got, ew ê pirsgirêkên karkeran hel bikin.  Li Mêrsînê Komeleya Karkerên Bêewle (GÎŞ-DER) hat avakirin. Serokê komeleyê Abdûlselam Kûtlû, anî ziman ku ji roja komele ava kirine heta niha nêzî 200 karker bûne endam û got, xebatên wan î di vî warî de didomin.   Kûtlû, destnîşan kir ku armanca wan hezar endamên wan çê bibin û pêşî li ber qezayên trafîkê yên karkeran bigirin. Kûtlû, got: "Em ê bi kardêrên ku bê sîgorte û bêewleyî karkeran didin xebitandin re hevdîtinan çê bikin û em ê hewl bidin heqê wan bê dayîn."    Kûtlû, diyar kir ku herî zêde karker di warê heqdestê de mexdûr dibin û got, ji bo yemiyeya karkeran ji 86 TL'yî bibe 100 TL ew ê bi kardêran re biaxivin.    Kûtlû got: "Armanca me em bêewleyiyê ji holê rabikin."    MA / Ergîn Çaglar