Di 20 rojî de 400 berfok firotine 2020-02-21 09:03:36 WAN - Li Wanê Nîhat Turktam, textên berfê yên bi navê Berfok bi tenekeyan çê dike. Turktam, diyar kir ku zivistana îsal ji bo wî zivistaneke bibereket  bûye û got, di 20 rojî de 400 heb berfok firotiye.    Îsal di meha Sibatê de li Wanê li ser hev du berf bariya. Ji ber vê hema bêje her der di bin berfê de ma. Ji ber ku şaredarî baş paqij nake, welatî bi derfetên xwe paqij dikin. Welatî berfa kombûyî bi textên berfê yên bi navê berfok paqij dikin. Her wiha ji ber îsaş berf pir bariya, eleqeya ji bo berfokan jî zêde bûye.   'ZIVISTANA ÎSAL BIBEREK BÛ'    Nîhat Turktam ku textên berfê çê dike û difiroşe, diyar kir ku di meha Sibatê de 400 heb tex firotine û got, zivistan îsal ji bo wî zivistaneke bibereket e. Turktam, li dikana xwe ya li Kolana Yuzbaşioglû ya navçeya Rêya Armûşê textên berfê yên bi navê berfik çê dike, anî ziman ku ji her salî bêtir îsal eleqeya ji bo berfokan zêdetir bû. Turktam, diyar kir ku berê bavê wî ji çerman berfok çê dikirin û got: "Her tişt diguhere. Textên berfê jî guherîn. Êdî berfokên bi tenekeyan tên çêkirin jî xweşikî nemane. Niha ên plastîk hene."    'BAVÊ MIN BI ÇERMAN ÇÊ DIKIR, EZ JÎ BI TENEKEYAN'    Turktam, ji bo çêkirina berfokan got: "Pêşî ez textê xwe yê 5*4 dikirim û dipîvim. Paşê ez cihê boriyan çê dikim. Dû re doxa wê çê dikim. Em boriya qangal bi akr tînin. Piştî hemûyan bi hev vedikim, tenekeya xwe ya vekirî ser wê digirim û dibe textê berfê. Berfok xwe dispêrin dîrokeke dûndirêj. berê bav û kalên me bi daran çê dikirin. Ser wan jî bi çerm digirtin. her tişt guheriye, êdî ê plastîk derketine. Lê belê ev nikarin şûna yên berê bigirin. Li cem me ji maddiyeta wêdetir nirxeke wan î manewî heye."    DI 20 ROJÎ DE 400 BERFOK FIROTINE    Turktam, got: "Ez havînê amûrên berfokan amade dikim û zivistanê jî difiroşim. Maliyeta berfokekê 10 TL ye. Ez jî bi 15 TL'yan difiroşim. Mirov dibêjin buha ne; lê belê em heqê keda xwe distînin. Îsal berf pir bariya, ev jî bi kêrî me hat. Min ji serê Sibatê heya niha 400 heb berfok firotine."    MA / Bariş Donmez - Yûnûs Dûman