Girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî 2020-02-21 09:03:01 STENBOL - Li Tirkiyeyê ji xeynî tirkî perwerdehiya bi zimanên din nayê kirin. Nûnerên rêxistinên perwerdehî, tenduristî û hiqûqê bertek nîşan dan û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.  21'ê Sibateke din jî hat lê belê hê jî li Tirkiyeyê ji xeynî tirkî perwerdehiya bi zimanên din qedexeye. Nûnerên rêxistinên perwerdehî, tenduristî û hiqûqê bertek nîşan dan û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.    LI NEXWEŞXANEYAN ZIMANÊ ZIKMAKÎ ŞERT E    Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) a Şîşliyê Abûzer Aslan, destnîşan kir ku li qadên jiyanê hemûyan zimanê zikmakî şert e û got, li nexweşxaneyan ji bo nexweş merema xwe bi zimanê xwe yê zikmakî baş bîne ziman, zimanê zikmakî ji bo tedawiyê jî girîng e.    Aslan, nexweş di ser kesên sêyem re nikarin nerihetiya xwe baş bînin ziman û got: "Loma di qada tenduristiyê de jî xizmeta bi zimanê zikmakî şert e. Wekî tê zanîn ziman di heman demê de îfadeya êş û kêfxweşiyê ye. Îjar heger zimanê zikmakî îfadeya êşê be, dermanê wê jî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye."    DI BROŞURA 10 ZIMANÎ DE KURDÎ TUNEYE    Endamê Desteya Rêvebir a Odeya Bijîşkan a Stenbolê Mûrat Ekmez jî destnşan kir ku divê bijîlk an jî xebatkarên tenduristiyê daneyên der barê welatiyan de baş zanibin û ji bo vê jî gava ewil pêwendîdanîn e.    Ekmez, destnîşan kir ku ji bo vê jî xizmeta bi zimanê zikmakî pir girîng e û got, civak dixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî bê perwerdekirin û ew odeyên bijîşkan û sendîkayên tenduristiyê jî vê yekê tim bilêv dikin. Ekmez, got: "Ji bo xizmeteke baş divê Wezareta Tenduristiyê gavina bavêje. Lê belê hîn jî tu gav nehatine avêtin. Lê belê piştî koçber hatin Tirkiyeyê wezaretê li nexweşxaneyan bi erebî jî dest bi xizmetê kir. Ev tiştekî baş e. Lê belê ligel vê li welatê me 25 milyon kurd hene, lê ji bo wan ev yek nayê kirin. Ev helwesta wan jî nîşan dide ku problemeke wan bi kurdî re heye. Çend sal berê hin boruşur hatin amadekirin, bi 10 zimanan. Lê belê di vê broşurê de kurdî tunebû. ev cihê şermê ye."    'PERWERDEHIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PÊDIVIYEKE PEDAGOJÎK E'    Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Jimare 1 a Stenbolê Mesût Mîke jî destnîşan kir ku gava di mufretada perwerdehiyê de ev maf pêk neyê ev tê wateya binpêkirina rêgezza wekheviyê. Mîke, anî ziman ku gava ev rêgez bê binpêkirin, ev yek tesîrê li her awayê mirovan dike. Mîke, diyar kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêdiviyeke pedagojîk e û got, demildest divê ev maf pêk bê.    DI ZABITNAMEYAN DE 'ZIMANÊ NENASBAR'    Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ferat Bogatekîn jî diyar kir ku li gor normên hiqûqa navneteweyî mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê herî sereke ye.    Bogatekîn, diyar kir ku mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî niha di çarçoveyeke siyasî de tê nirxandin û got, di fîîliyatê de kurdî di qenalên televîzyonan de tê bikaranîn lê hê jî statuyeke wê tuneye.    Bogatekîn ku li dadgehan wergervaniya kurdî dike got: "Muwekîl dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî parastina xwe bikin. Ev mafê parastinê jî bi bedêlên giran bi dest ket. Lê belê niha tê xwestin ev maf ji holê bê rakirin. Hê jî di zabitnameyan de parastinên bi kurdî wekî 'zimanê nenasbar' tên qeydkirin. A rast Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ji bo vê gazin kiribûn, lê belê hê jî wekî 'zimanê nenasbar' tê qeydkirin. Ev jî netamulkirina zimanê kurdî ye."    Bogatekîn, diyar kir ku heger pirsgirêka zimanê zikamkî bê helkirin û kurdî bibe xwedî statu wê pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê jî vebe.    MA / Nacî Kaya