Di qeydan de gumanbar diyar e, lê di biryarê de 'meçhûl' e 2020-02-21 09:01:57 HATAY - Li Girtîgeha Îskenderûnê, Mûstafa Demîrbaş ku ji ber silav li hevalê xwe yê girtibû kiribû, gardiyanan gef lê xwaribû. Demîrbaş jî giliyê gardiyanan kiribû. Dozgeriyê jî bi hinceta "delîl tunene" biryara neşopandinê da. Her wiha dozgeriyê di biryara xwe de li cihê gumanbaran "meçhûl" nivîsandiye.    Li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê, di 7'ê Cotmeha 2019'an de gava girtiyê bi navê Mûstafa Demîrbaş ji hevdtina bi parêzeran re dertê û diçe qawîşa xwe silavê li hevalekî xwe yê girtî dike. Ji ber vê gardiyanan gef lê xwaribû û gotibûn: "Qedexeye. Bimeş. Ma dixwazî êvarî xwe bidî kuştin?" Li ser vê Demîrbaş jî giliyê gardiyanan kiribû û îdareya girtîgehê jî der barê Demîrbaş de lêpirsîn dabû destpêkirin. Ji ber vê mehekê cezayê çalakiyan li Demîrbaş hatibû birîn. Lê belê Demîrbaş jî ji bo lêpirsînê îtiraz kiribû û Dadgeriya Înfazê jî cezayê hatibû birîn xera kiribû.    Demîrbaş, li Serdozgeriya Komarê ya Îskenderûnê giliyê gardiyanan kiribû. Dozgeriyê jî bi hinceta "delîl tunene" biryara neşopandinê da.    Li ser vê Demîrbaş bi rêya parêzerê xwe serî li Dadgeha Cezayê sulhê ya Îskenderûnê da. Parêzer Mehtap Sert got: "dozgeriyê gotiye gardiyanan demildest ew şandiye qawîşê, lê belê li qisma gumanbaran jî mechûl nivîsandiye. Heger di kamerayan de kes hatibin tespîtkirin ev nabe meçhûl. Bi biryara neşopandinê tê xwestin pêkanînên bêhiqûqî rewa bikin. Me li Dadgeha Cezayê Sulhê îtiraz kir. Heger nebe em ê heta DMME'yê biçin. Girtîgeh ne ew der in ku karmend li gor hiqûqa xwe tev bigerin."    MA / Hamdûllah Kesen