ROJEVA 21'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-21 09:00:48 * Li Girtîgeha Îskenderûnê, Mûstafa Demîrbaş ku ji ber silav li hevalê xwe yê girtibû kiribû, gardiyanan gef lê xwaribû. Demîrbaş jî giliyê gardiyanan kiribû. Dozgeriyê jî bi hinceta "delîl tunene" biryara neşopandinê da. Her wiha dozgeriyê di biryara xwe de li cihê gumanbaran "meçhûl" nivîsandiye.  * Li Tirkiyeyê ji xeynî tirkî perwerdehiya bi zimanên din nayê kirin. Nûnerên rêxistinên perwerdehî, tenduristî û hiqûqê bertek nîşan dan û bal kişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî.    * Li Wanê Nîhat Turktam, textên berfê yên bi navê Berfok bi tenekeyan çê dike. Turktam, diyar kir ku zivistana îsal ji bo wî zivistaneke bibereket  bûye û got, di 20 rojî de 400 heb berfok firotiye.    * Lîstikvana Şanoya Mencelê Dilvîn Abî, di hunerê de bal kişand bikaranîna zimanê kurdî û got: "Ê gelekî li ser piya dihêle û hêzê dide gel ziman e." Abî, destnîşan kir ku zimanê qadên jiyanê hemûyan bi kurdî be.   * Li Mêrsînê Komeleya Karkerên Bêewle hat avakirin. Serokê komeleyê Abdûlselam Kûtlû, diyar kir ku armanca wan ew e ku bêewlebûnê ji holê rakin û got, ew ê pirsgirêkên karkeran hel bikin.    * Ji ber Komkujiya Roboskiyê şermezar kiribûn doz li 14 xwendekaran hatibû vekirin. Yek ji van xwendekaran jî Parêzer Mesût Aydin bû. Dadgehê 3 sal ceza li Aydin birî. Aydin, got: "Li dadgeheke di bin banê vîna siyasî de, min li xwe danenî doza beraatê bikim."    * Li Amedê, wesayîta zirxî ya polîsan pêl Cîhan Can kiribû û ew kuştibû. Der barê polîs H.A. de bi tawanbariya "kuştina qisûrdar" doz hat vekirin, lê belê 46 roj in dadgehê zebta tensîbê ya dozê amade nekiriye.    * Ciwanên li Mêrdînê tên binçavkirin bi îdiaya "sîxurtî li wan tê ferzkirin" serî li ÎHD'ê didin. Yek ji van ciwanan jî Mehmet Akyuz e. Akyuz, anî ziman ku polîsan gef lê xwariye û jê re gotine ew ê diya wî binçav bikin.    * Rêveberên Kurdî-Der'ê û Akademiya Ehmedê Xanî yên ku bi KHK'ê hatin girtin têkildarî 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê xwestin ku her kurd li dijî pişaftinê mala xwe bike dibistanên kurdî û gotin: "Çand, ziman û nasname yek in, weke laş hev du temam dikin."   * Danişîna doza HDP'iyan li Stenbolê dê li Dadgeha Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)   * Sazî û komeleyên xebatên ziman bi rêve dibin û HDP û TJA dê têkildarî 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê dê li gelek navendan daxuyanî bidin çapemeniyê û çalakî û şahî li dar bixin. (11.00-19.00)   * Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî werin dîtin dê di hefteya 216'emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe ya heftane li dar bixe. (13.30)   * Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî mijarên di rojevê de dê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)