Rojnameger Boltan û 6 kesên din hatin berdan 2020-02-20 16:37:27   AMED – Rojnameger Hakki Boltan û Rêveberê ÎHD’a Amedê Adnan Orhan jî di nav de 7 kesên duh hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Rojnameger Hakki Boltan, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Adnan Orhan, Rêveberê HDP’a Amedê Abdurrahîm Alçîçek, Alî Ataman, Mustafa Çîçek, Abdulhamît Şalo û kesek navê wî nehat zanîn duh hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Amedê birin Dadgeha Amedê.    Li 7 kesan tewanbariya “Li ser navê rêxistinê çalakî li dar xistine” û “Propaganda rêxistinê kirine” hat kirin. Dozger îfadeyê her 7 kesan girt û bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê kir.   Dadgehê her 7 kesan bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welat da.