Ji Rêxistina Efoya Navneteweyî rapora Rojava: 180 sîvîl hatin qetilkirin 2020-02-20 15:53:32 NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistina Efoyê ya Navneteweyî (Amnesty) di rapora xwe ya salane de, bal kişand operasyona 9’ê Cotmeha 2019’an ku Tirkiyeyê êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kir û diyar kir ku di êrîşan da 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.  Rêxistina Efoyê ya Navneteweyî, rapora xwe ya derbarê binpê kirin mafên mirovan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû dan de aşkere kir. Rêxistinê, di rapora xwe ya salane de, cih da operasyona 9’ê Cotmeha 2019’an a Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeye û û diyar kir ku di êrîşan da 180 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.   Rêxistina Efoyê di rapora xwe de, da zanîn ku komên radîkal raste rast êrîşî qadên cemawerî, dibîstan, firin, cih û warên sivîlan kirine.    'ÇETEYÊN EHRAR EL ŞARKIYE HEVRÎN XELEF KUŞTIN'   Rêxistinê, di beşa rapora xwe ya sernavê “Revandin û bûyerên înfazên bêdaraz” de jî, dest nîşan kir ku Sekretera Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef li ser rêya M-4 ji aliyê endamên Ehrar El Şarkiye ve hat qekirin.   Di dewama raporê de wiha hat gotin: “Tirkiyeyê di 18’ê Adara 2018’an de, bi Artêşa Sûriyeya Azad (SOS) re, li Efrînê ku kirin bin dagirkiriye xwe, raye dan komên selefiyan, destûr nedan ku sivîl biçin malên xwe, dest danîn ser malên sivîlan û hin malên sivîlan jî weke baregehên leşkerî ji bo xwe bi kar anîn.”   'SIVÎLAN BI HINCETÊN CUDA DIREVÎN IN'   Rêxistina Efoyê ya Navneteweyî, di heman demê de danayên Komîteya Lêkolînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) jî, piştras kir û wiha dawî li rapora xwe anî: “Ji bo ku li Efrînê, sîvîl vegerin malên xwe, pereyekê zêde dane komên selefî. Komên selefî sivîlan ji bo fidye direvînin. Sîvîlên ku mal û milkên xwe dixwazin jî, bi hincetên cuda wan direvîn in.”