Di doza Nisêbînê de bal kişandin ser tecridê 2020-02-20 14:34:31   MÊRDÎN - Di doza Nisêbînê de danişîna Rojhat Aydin hat dîtin.  Aydin, di danişînê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Heyete danişîn taloq kir.    Danişîna doza Nisêbînê ku 17 jê zarok 70 kes tên darizandin hat dîtin. Ji ber ku heyetê biryara yek bi yek bên darizandin îro tenê danişîna doza Rojhat Aydin hat dîtin. Danişîna doza Rojhat Aydin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Rojhat Aydin ê li  Girtîgeha Tîpa T a Tokatê girtî û parêzerê Aydin li salonê amade bû. Parêzer dîsa mutaala dubare kir û xwest Aydin bê cezakirin.    Piştre Aydin, parastin kir û bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Aydin, xwest tecridkirina Ocalan bi dawî bibe. Parêzerê Aydin jî xwest naveroka dosyayê temamkirin û dem xwest. Parêzer anî ziman ku sucdariya muwekilê wî ne rast in û ji ber li Nisêbînê ye nikarin wekî sucdar tawanbar bikin. Heyeta dadgehê jî biryar da ku Aydin girtî bê darizandin û danişîna dozê taloqî 19'ê Adarê kir.