Berteka li dijî Qeyûm Yaman: Mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî 2020-02-20 14:33:58 MÊRDÎN – Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman, heqaret li lîstikavanên tîma Gorele Belediyesporê, dîrektorê, hevjîna dîrektor û hakeman kiribû. Siyasetmedaran bertek nîşan da û ji bo vê rewşê gotin: "Li herêmê mînaka berbiçav a rejîma yekzilamî ye."   Hefteya borî roja yekşemê tîma hentbolê ya jina Gorele Belediyespor hatibû Mêrdînê û ew tîma Mardîn Buyukşehîr Başaksporê pev re lîstibûn. Di dema lîstikê de Waliyê Mêrdînê û Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman daketibû qadê û heqaret li lîstikvanên Gorele Belediyesporê, dîrektorê wê, hevjîna dîrektor û hakeman kiribû û dîmenên hatibû kişandin jî bi zorê jê biribû û drektor û hevjîna wî jî desteser kiribû.   Siyasetmedarên bajêr bertek nîşan dan.   DÛYAN: MÊRDÎNÊ TEMSÎL NAKE   Parlementerê CHP'ê yê Mêrdînê yê berê Mahmût Dûyan, destnîşan kir ku ew van pêkanînan qebûl nakin. Dûyan, diyar kir ku Mêrdîn bajarekî mêvanperwer e û got, Waliyê Mêrdînê Yaman Mêrdînê temsîl nake û divê hikûmet ji bo van îdiayan tev bigere.   KÛDAY: FERASETA TEKPARÊZ   Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday jî destnîşan kir ku ew jî tiştên qewimîne bi tundî şermezar dikin û got: "Tiştên qewimîne ne fikr, dtin û hestên gelên Mêrdînê ne. Ev liv û tevger ji ber feraseta rejîmê û pergalê ye. Li Tirkiyeyê rejîma yekzilamî heye û niha li Mêrdînê xwe nîşan dide."   GUNAY: LI HERÊMÊ MÎNAKA BERBIÇAV A REJÎMA YEKZILAMÎ   Parlemenetra HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî ji bo tişta qewmiye got: "Li herêmê mînaka berbiçav a rewjîma yekzilamî ye. Ji ber ku li herêmê gelek erk dane destê walî/qeyûman ew jî ji sporê bigire heya hunerê bi awayekî bêperwa mudaxileyî her tiştî dikin. Tu hêleke hiqûqî ya tiştên hatine kirin tuneye û bi tu awayî nayên qebûlkirin."   ÇELÎK: LÊPIRSÎNEKE DORFIREH DIVÊ   Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk jî got: "Divê der barê walî Yaman de lêpirsîn bê destpêkrin. Divê Mêrdîn bi bûyerên wiha neyê bibîranîn. Bêhiqûqîtî û bêperweatiyeke bi vî awayî nayê qebûlkirin." Her wiha Çelîk bibîr xist ku Yaman di heman demê de qeyûm e jî û got: "Ji xwe der barê wî d egelek îdiayên din jî hene. Divê der barê serdema qeymtiya wî de lêpirsîneke dorfireh bê destpêkirin."