TJA: Her malekê em bikin dibistanek zimanê kurdî 2020-02-20 14:29:36   AMED - TJA'yê bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanî da û hat gotin ziman eynik, çand û nasnameya gelan e û her malek bila bibe dibistana zimanê zikmakî.   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniya nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin heta zimanê dayikê azad nebe ew ê têkoşîna wan bidome.    Daxuyaniya TJA'yê wiha ye:    "Ziman ji deh hezar salan zêdetir gav bi gav di merheleyên guhdarkirin, axaftin, nivîsandin û xwendinê de derbas bûye. Ziman eynik, çand û nasnameya gelan e. Weke tê zanîn ku di pêvajoya yekemîn de zarok ji dayikê guhdar dike û hînî ziman dibe. Navê cîh û waran ziman diyar dike û tê pênasekirin. Mînak; Kurdî-Kurdistan, Tirkî-Tirkiye û her weke din. Serdestên axa Kurdistanê di destpêkê de bi guherîna navên erdnîgariyê û pişaftina çandê dest bi vê polîtîkaya xwe ya qirkirinê kir. Dagirkeran ji bo şaristaniya kaptalîst bi polîtîkayên xwe pişaftin, rêbazên xapandinê berdewam dike. Ji koka peyvan jî diyare, asîmlasiyon hemû bi destê dewletên netew pêş dikeve.   Tu tişt ji îşkenceya ku bi asîmlasiyonê didomînin bandortir tune ye. Qirkirina çandî û ya hunerî civakê pûç dike, bê refleks dike. Berî her tiştî mirov ji mejî de vale û pûç dike. Hemû lebat û hestiyê laşê mirovan parçe parçe dike. Her wiha piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyê xwe bi kar tîne û mirovan dike robot. Kesê ku ji zimanê xwe qût dibe, ji kêfxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dûr dibe û di nava sîstemê de winda dibe. Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman jî yek ji van nirxan ê sereke ye. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayînde dikin. Dema ku dewletên dagirker dixwazin neteweyekî ji holê rakin berî her tiştî zimanê gel, çand û kewneşopiya gel qedexe dikin.   Ji dîrokê heta roja îro gelên Kurdistanê li ser axa xwe bi dagirkerî û mêtîngeriyê re rû bi rû hatine hiştin. Çiqas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê Kurdî hatiye bikaranîn. Piştre li hember gelê kurd,  ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê kurdî ewqas zimanekî qedîme ku îro gelê Kurd gihaştiye vê demê.   Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin ku em azad bibin. Zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî hem însanî, hem wicdanî, hem ahlakî û hem jî qanûnî ye. Sînorê ziman sînorê cîhanê ye, bê ziman jiyan ji sînora nafilite. Heta zimanê dayikê ne azad be emê têbikoşin xwe ji asimilasyon û oto-asîmilasyonê xwe bifilitînin.   Bi vê boneyê em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li hemû Kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi Kurdî bihonin û bixemilînin. Li dijî asîmlasiyon û bişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin. Bi Kurdî bixwîn, binivîsinin û biaxivin. Li dijî  asimilasyon û oto-asimilasyonê têbikoşin. Her malek bila dibistanek zimanê zikmakî be."