Li şûna malên Sûrê yên rûxandin otelên bûtîk û vîlla ava dikin 2017-12-15 09:09:51 AMED - Malên ku bi salan qadên jiyanê yên gelê Sûrê bûn hatin rûxandin, niha li şûna wan otelên bûtîk û vîlla tên çêkirin.  Li Sûra ku piştî biryara "îstîmlaqkirina lezgîn" a Desteya Wezîran hema bêje bi temamî hat rûxandin, hîn jî li hin deverên navçeyê rûxandin didome. Li Taxa Alîpaşayê ku ji bo malên wan neyên rûxandin welatiyan demeke dirêj li ber xwe da, lê belê niha qadên ku dên bê rûxandin dora wan bi bariyeran hatiye girtin û bi awayekî fiîîlî hatine qedexekirin. Lê belê şêniyên taxê bi biryar in ku heta kêliya dawî jî li ber xwe bidin û malên xwe neterikînin.    Mal yeko yeko tên rûxandin û li gel vê hîmê avahiyên ku dê bi kevirên betonî bên çêkirin jî tên avêtin. Li vî cihwarê ku bi salan e qada jiyanê ya gelê Sûrê ye, niha li şûna avahiyên tên rûxandin otelên bûtîk û vîlla tên çêkirin.    Rayedarên ku ji bo rûxandinê serî li her cure riyê didin, piştî ku av û ceryana taxê birîn vê carê jî bi zext û zoriyî bi ser kesên malên xwe naterikînin de diçin. Hîn jî tax dem bi dem bi gefên muteahîdan û polîsan re rû bi rû dimîne. Hat îdiakirin ku li cihê ku bi giştî 54 vîlla û du otelên bûtîk lê tên çêkirin ji niha ve dane kesên alîgir.