Danişîna doza Medeni Yildirim hat dîtinTUBİTAK'ê ragihand ku nikare rapor amade bike 2020-02-20 12:55:35 AMED - Danişîna doza esker Adem Çîftçî ku ji kuştina Medenî Yildirim tê darizandin, li Amedê hat dîtin. Di danişîna ku hat taloqkirin de TUBÎTAK'ê ragihand ku dê nikaribe rapor amade bike.  Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema protestoya çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. 9'emîn danişîna doza "Kuştina bi zanebûn" a li Adem Çîftî hatibû vekirin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna dozê de dayika Yildirim Fahriye Yildirim û parêzerên malbatê Reyhan Yalçındag, Zeynep Işik, Mehmet Emin Aktar û Racî Bîlîcî beşdar bûn.    BERSÛC TEV LI DANIŞÎNÊ NEBÛN   Di danişînê de bersûc Adem Çiftçî ku di danişîna berê de xwestibû bi SEGBÎSTe beşdar bibe, vê carê beşdar nebû. Parêzerê bersûc Çîftçî jî diyar kir ku odeya SEGBÎS'ê ne guncav e.    TUBÎTAK RAPORÊ AMADE NAKE    Di danişîna dawî ya 17'ê kanûna 2019'an de heyetê xwestibû rapora kesên zana bê amadekirin. Heyeta dadgehê Ji saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, ATK, TUBİTAK û TRT’ye xwestibû rapor binivîse û ji bo vê yekê nivîsa muzakereyê nivîsîbû. Heyetê cara ewil di 7'ê Sibata 2018'an de rapor xwestibû. Ji 16'ê Gulana 2019'an heta niha heyet her danişîn ji bo raporê nivîsê dixwaze, lê hêj rapora kesên zana negihiştiye destê dadgehê. TUBÎTAK'ê diyar kir ku dê têkildarî mijarê nikaribe raporê amade bike.    Heyetê pişt danişînê doz taloqî 14'ê Gulanê kir.