Cenazeyê Dîdem a winda hat dîtin 2020-02-20 12:34:00 ERZIROM - Cenazeyê Dîdem Turan a 17 salî ku li Taxa Meydanê ya Aşkale ya Erziromê 10 roj berê winda bûbû hat dîtin. Cenazeyê Dîdem di çemê Karasu de hat dîtin.  Li Taxa Meydan a Navçeya Aşkale ya Erziromê di 10'ê Sibatê de Dîdem Turan a 17 salî winda bû û 10 roj in malbat lê digere. Cenazeyê Didem Turan, piştî 10 rojan di Çemê Karasû yê di nava Aşkaleyê re derbas dibe  de hat dîtin. Yekîneyên rizgariyê piştî lêgerîna 3 rojan a di nava çey de rastî cenazeyê Turan hatin.