'Boltan ji ber beşdarî merasima Musa Anter bû hat binçavkirin' 2020-02-20 12:01:05 AMED - Rojnameger Hakkı Boltan ku duh li malê hat binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê, tê payîn ku piştî nîvro sewqî edliyê bikin. Parêzeran diyar kir ku Boltan ji ber tev li merasimên bîranîna rojnameger Musa Anter û Mazlum Erencî bûne îfadeya wî hatiye girtin.  Yekîneyên polîsan di sibeha 19'ê Sibatê de li Navçeya Rezan a Amedê bi ser mala Rojnameger Hakki Boltan de girtin û li malê lêgerîn kirin. Polîsan piştî li mala Boltan lêgerîn kirin, Boltan li malê binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.  Hat diyar kirin ku îfadeya Boltan a li Midûriyeta Polisan tetam bûye û tê payîn ku piştî nîvro sewqî edliyê bikin. Parêzeran anîn ziman ku Boltan ji ber tev li merasima bîranîna rojnameger Musa Anter, Mazlum Erencî û merasimê cenazeyên din bûne hatiye binçavkirin û dîsa ji ber hesabê medya civakî der barê wî de lêpirsîn hatiye vekirin.