Alinak: Ez ji wan rebenên di bin parastina polîsan de bextwartir û azadtir im 2020-02-20 11:50:24 QERS – Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak ê di 17’ê mehê de hat girtin peyamek ji girtîgehê şand û got: “Derve girtîgehek mezin e, ev der jî yek ji wan odeyên azad ên girtîgehê ye.”  Siyasetmedar û nivîksarê kurd Mahmût Alinak piştî ku 4 roj di binçavan de ma di 17’ê Sibatê de ji aliyê Dadgeha Qersê ve bi angaşta “Endamê rêxstinê ye” hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Qersê. Alinak ji girtîgehê bi rêya parêzerê xwe peyamek şand.    Alinak di peyama xwe de wiha dibêje: “Hemin ku ez di cenga rûmetê de û têkoşîna gelên mezlûm de me, ji asîmanan agir jî bibare, ez ê wî agirî wek taviya (barana) bextewar a biharê pêşwazî bikim. Derve girtîgehek mezin e. Ev der jî yek ji wan odeyên azad ên girtîgehê ne. Li derve jiyanek min vemirî hebû, lê liv ir roj hilavêtiye. Pêşniyaza min bo her kesî ye, carek be jî divê bibin mêvanê vê odeya azadiyê. Wê bibînin ku dîwarên tirsê yên li derve hildiweşin û jiyan çawa wateyê li xwe bar dikin wê bi cengê encam bide. Meraqa min nekin! Ez ji wan rebenên dewletê yên di bin parastina polîs û artêşê de ne gelek gelek bextewartir û azadtir im. Li gel silav û hezkirinan… Mahmût Alinak Girttîgeha Qersê.”