Karkerek din jî întîhar kir! 2020-02-20 11:32:18 KOCAELÎ – Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê karkerê bi navê Bayram Komurcu li depoya kargeha lê dixebitî întîhar kir.  Hat zanîn ku li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê karkerê bi navê Bayramn Komurcu yê li farbrîkaya Corazon Ambalaj dixebitî di depoya kargehê de întîhar kiriye. Li gorî nûçeya Rojnameya Evrenselê; hevkarên Komurcu dane zanîn ku hevalê wan ji ber sedemên pirsgirêkên aborî û malbatî întîhar kiriye.