‘Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt’ 2020-02-20 11:15:10 WAN – Hevjîna Ubeyt Kapagan ê di felaketa aşûta li Miksê de jiyana xwe ji dest da Nîgar Kapagan got: “Ne aşûtê xemsariyê wan kuşt.”  Li ser rêya bejahiyê ya Wan û navçeya wê Miksê di 4 û 5’ê sibatê de felaketa aşûtê pêk hatibû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Yek ji van kesên jiyana xwe ji dest da jî Ubeyt Kapagan bû. Li pey Kapagan 5 zarokên wî man. Hevjîna Kapagan, Nîgar Kapagan û 5 zarokên xwe li malek nelihev li ber xerabûnê ya li Rêya Armûşa Wanê dijîn. Nîgar Kapagan dibêje ku hevjînê wê û welatiyên din bûne qûrbanên xemsariya rayedaran.    ‘EZ BERSIVA WAN NADIM’    Kapagan dibêje “Dema zarokên min li bavê xwe dipirsin ez nizanim ez ê çi bersivê bidim wan. Pir ji bavê xwe hez dikirin. Niha jî tunebûna bavê xwe pir hîs dikin.”   ‘DI ROJÊN XWE YÊN DESTÛRÊ DE DIHAT’    Kapagan da zanîn ku hevjînê wê karkerê taşeron li Şaredariya Colemêrgê dixebitî û hevjînê wê carna bi mehan nedihat malê û got: “Di rojên xwe yên destûrê de dihat cem me. Xeyala wî mezin ew bû zarokên me mezin bibin. Lê xêr ji wan rojan nedît.”    ‘XEMSARIYÊ WAN KUŞT’    Kapgan bi bîr xist ku di aşûta duyemîn de 36 însan di encama xemsariya rayedaran de jiyana xwe ji dest dane û got: “Hevjînê min ji bo biraziyê xwe Mûrat Kapagan ê di bin aşûta ewil de mabû çûbû cihê bûyerê. Di vê bûyerê de gelek îhmal hene. Kî destûr da ku her kes biçe cihê wê felakete? Çima hişyariyek jî nekirine? Ez hêj nebawerim ku hevjînê min jiyana xwe ji dest daye. Lê vê êşê dil û hinavê me şewitand.”    ‘WÊ ÇAWA DEBARA XWE BIKIN?’    Dayika Kapagan, Vahîde Kapagan a 70 salî jî wiha got: “Niha wê çi bibe ji halê van zarokan? Wê çawa bijîn. Wê çawa debara xwe bikin?”    MA / Bariş Donmez – Yûnûs Dûman