Pitika Afganî, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî… 2020-02-20 10:23:27 WAN – Li Goristana Bêkesan a Wanê bi sedan cenazeyên penaberan hatine veşartin. Li ser kêlikên wiha navê wan hatine nivîsandin: “Pitika Afgan, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…”  Li Goristana Bêkesan a Wanê bi sedan cenazeyên penaberan hatine veşartin ango li kêleke hev hatine rêzkirin. Ev penaber bi hezaran kîlo metre welatên wan ku dûr in derketine rê û neçar mane di gelek welatan de derbas bibin. Bi navê “Rêwîtiya hêviyê” derketine rê û rêwîtiya wan li goristana bêkesan bi dawî bûye. Navê gorên pênaberan jî nayê zanîn. Goristana Bêkesan a Wanê adeta veguheriye wêneyê “goristana penaberan” û ew bêwar mane. Hêj du roj berê cenazeyê du penaberan hatiye veşartin.    BÊNAV Û BÊWELAT IN…   Li Goristanê li cihên vala çalê gorê hatine vedan û ev çalên vadayî li benda cenazeyan in! Navên penaberên li ser kêlika hatine nivîsandin ji 5 navî derbas nabin. Li ser hin kêlikan navê welatên wan hatiye nivîsandin û li ser hin kêlikan jî nivîsên wek “Ji Tiba Edlî hatiye”, “Ji Payîzavayê hatiye”, “Ji Elbakê hatiye”, “Ji Ebex (Çaldêran) hatiye” hatine nivîsandin.    Her wiha li şûna navê wan li ser kêlikên wiha navê wan hatine nivîsandin: “Pitika Afgan, ciwanê Pakîstanî, welatiyê Sûriyê, Îranî…”    Malbatên penaberên jiyana xwe ji dest dane ji ber ku navê nas û xizmên wan li ser kêlikan nehatine nivîsandin nagihîjin gor ango cenazeyên xwe.    'PÊNASEYEK JI BO VÊ YEKÊ TUNE YE’    Kordînatora Komeleya Piştevaniya Penaberan Işil Erçoban da zanîn ku ew ji bo goristana bêkesan penaseyek nabînin ku binav bikin û got: “Ev rewş trajediya mirovan e.” Erçoban diyar kir ku her sal li ser sînoran, li deryayan û li cihên cuda yên welat bi sedan penaber jiyana xwe ji dest didin û got: “Ew jî wek her însanan dixwazin jiyanek bi rûmet bijîn. Lê nagihîjin wê jiyana bi rûmet. Lazim e rêyên bi ewle û yasayî pêşkêşî penaberan werin kirin. Da ku canê xwe ji dest nedin. Li şûna ku alîkarî ji wan re were kirin, lê ew dimirin. Tevî hemû neyîniyan jî ew mirinê didin ber çavê xwe.”    MA / Adnan Bîlen